Vê hefteyê 2yê wan xwemalî 7 fîlm ew ê têkevin vizyona sînemeyên Tirkiyeyê.
Di fîlma "Hedefa Min Tu Yî" ya ku senaryoya wê Ata Demîrer nivîsandiye da Demet Akbag, Gonca Vuslaterî, Îlker Aksum, Tarik Unluoglu û Erkan Can dilîzin.
Fîlm di cureya komediyê da hatiye kişandin. Zekeriyayê kifteyan difroşe dibe sedema şerê di navbera 2 mafyayan da û li ser vê direve giravê. Di fîlmê da qala tiştên di dema revê da tên serê Zekeriya dikin.
Di rola Zekeriya da Ata Demirer dilîze û derhêneriya fîlmê da Kivanç Baruonu dike.
- "Deyn"
Derhêneriya fîlma "Deyn" Vuslat Saraçoglu dike û di fîlmê da Serdar Orçîn, Îpek Turktan Kaynak, Ruçhan Çalişkur, Ozan Çelîk, Beytî Engîn û Ferîdun Koç dilîzin.
"Deyn"a fîlma Vuslat Saraçogluyê di Festivala Fîlman a Stenbolê ya 2018an da xelata Laleya Zêrîn sitandibû.
- "Keça Di Konê Pîrê Da"
Derhêneriya fîlma "Keça Di Konê Pîrê Da" Fede Alvarez dike û di fîlmê da Claîre Foy, Sylvîa Hoeks, Lakeîth Stanfîeld, Stephen Merchant, Vîcky Krîeps, Cameron Brîtton, Sverrîr Gudnason û Claes Bang dilîzin.
Fîlma "Keça Di Konê Pîrê Da" wekî dewama fîlma "Keça Bi Deqa Ejderha" hatiye kişandin,.
- "Sûcdar"
Derhêneriya fîlma "Sûcdar" Gustav moller dike. Fîlmê di festivala Fîlman a Sundanceyê da Xelata Temaşavanan sitand.
Di fîlmê da Jakob Cedergren, Jacob Lohmann, Laura Bro, Morten Suurballe, Jessîca Dînnage û Omar Shargawî dilîzin.
- "Rêberê Kesk"
Derhêneriya fîlma "Rêberê Kesk" Peter Farrelly dike û di fîlmê da Mahershala Elî, Vîggo Mortensen, Lînda Cardellînî, Don Stark Sebastîan Manîscalco, P.J. Byrne, Brîan Stepanek û Nîck Vallelonga dilîzin.
Di fîlma dramê da qala piyanistê bi nav û deng û Tonyyê ajokarê wî dikin.
- "Qaçaxên Hindistanê"
Derhêneriya fîlma "Qaçaxên Hindistanê" Vijay Krishna Acharya dike û di fîlmê da Aamir Khan, Katrina Kaif, Amitabh Bachchan, Abdul Quadir Amin û Fatima Sana Shaikh dilîzin.
Di salên 1795an da dema Nîvgirava Hindistanê wekî "Hindostan" dihat zanîn bûyerek qewimiye û di vê fîlmê da qala wê bûyerê dikin.
- "Di Nav Nerindiyê Da"
Derhêneriya fîlma "Di Nav Nerindiyê Da" Scott Jeffrey dike û di fîlmê da Becca Hirani, Lucy Chappell, Tiffany-Ellen Robinson û Thomas Mailand dilîzin.
Fîlm di cureya tirsê da hatiye kişandin.
AA