Vê hefteyê 3yê wan xwemalî 7 fîlm ew ê têkevin vîzyona sînemayên Tirkiyeyê.
Fîlma "Pola Hebabamê" ya ji kasîkên Yeşîlçamê carekê dîsa bi navê "Pola Hebabamê Ji Nû Va" hat kişandin.
Derhêneriya fîlmê Doga Can Anafarta dike û di fîlmê da Altan Erkeklî, Toygan Avanoglu, Hande Katîpoglu, Sadi Celîl Cengîz, Yusuf Çîm, Ozge Ozacar, Gîray Altinok, Samî Aksu, Nazli Pinar Kaya û Firat Albayram dilîzin.
Senaryoya fîlmê bi destê Evren Erdogan û Ayşe Balibeyê hat nivîsandin.
"Çîroka Wê Ji Min"
Derhêneriya fîlma "Çîroka Wê Ji Min" Mert Er dike û fîlm di cureya belgefîlmê da hatiye kişandin. Di fîlmê da jiyana Saît Faîk Abasiyanik hatiye kişandin.
"Delîlê Sûc"
Derhêneriya fîlma "Delîlê Sûc" Arda Emînçe dike û di fîlmê da Koray Erkok, Bulent Çolak, Altug Elverîş, Burak Sarimola, Emre Şen û Duygu Yildiz dilîzin. Di fîlmê da polês diavêjin ser mala du hevalan û çîroka fîlmê dest pê dike.
"Shazam! 6 Hêz"
Derhêneriya fîlma "Shazam! 6 Hêz" Davîd F. Sandberg dike û di fîlmê da zarokekî xort xwediyê quweta taybet e û dem ser a derbas dibe quweta 6 lehengên din jî li ser wî zêde dibin û fîlm dewam dike.
Di fîlmê da Zachary Levi, Mark Strong, Asher Angel, Jack Dylan Grazer, Michelle Borth û Adam Brody dilîzin.
"Merivê Kal û Sîlah"
Forrest Tuckerê di jiyana xwe ya girtîbûnê da gelek caran ji girtîgehê reviye û di 70 saliya xwe da ji bo cara dawîn ji girtîgehê direve û wekî jubîleya xwe ciyekî dişêlîne.
Derhêneriya fîlma "Merivê Kal û Sîlah" David Lowery dike û di fîlmê da Robert Redford, Sissy Spacek, Casey Affleck, Danny Glover, Tom Waits, Tika Sumpter, Ari Elizabeth Johnson, John David Washington û Elisabeth Moss dilîzin.
"Goristana Heywanan"
Derhêneriya fîlma "Goristana Heywanan" Kevin Kolsch û Dennis Widmyer dikin, di fîlmê da Jason Clarke, John Lithgow û Amy Seimetz dilîzin.
Fîlm di cureya fîlmên tirsê da hatiye kişandin û di fîlmê da kalek mala xwe barî mêrgên li dûrî bajêr dike û li wê derê goristanekê dibîne û li ser vê mijara fîlmê dest pê dike.
"Dumbo"
Derhêneriya fîlma "Dumbo" Tîm Burton dike û di fîlmê da Eva Green, Colin Farrell, Michael Keaton, Danny DeVito, Nico Parker, Finley Hobbins, Joseph Gatt, Alan Arkin û Sharon Rooney dilîzin.
Senaryoya fîlmê bi destê Ehren Kruger hatiye nivîsandin.
AA