Vê hefteyê 7 fîlm dikevin vîzyonê

Di salonên sînemayê yên Tirkiyeyê da vê hefteyê 7 wê têkevin vîzyonê.

Vê hefteyê 7 fîlm dikevin vîzyonê

 Di salonên sînemayê yên Tirkiyeyê da vê hefteyê 7 wê têkevin vîzyonê.

Di fîlma "Joker" ya bi derhêneriya Todd Phillips hat kişandin da lîstikvanên wek Joaquin Phoenix, Zazie Beetz, Robert De Niro, Marc Maron, Shea Whigham, Frances Conroy û Bryan Callen cih digirin.

Di rola sereke ya fîlmê da Joaquin Phoenix heye û fîlm qala Arthur Fleckê henekçiyekî neserkeftî ye û çawa tê ser qerektera Joker, dike.

"Masiyên Pîrana"

Roberto Savianoyê nivîskarê Gomorrayê ji ber berhema xwe fîlma bi navê "Masiyên Pîrana"yê nivîsî û di fîlmê da qala komeke ciwanên zilimkar ên dixwazin tevlî nav refên mafyayê bibin dike.

Cara ewil fîlm li Mihrîcana Fîlman a Berlînê hat nîşandan û tevlî Francesco Di Napoli, Viviana Aprea, Ar Tem, Pasquale Marotta, Mattia Piano Del Balzo û Ciro Vecchione lîstikvanên amator jî di fîlmê da cih digirin. Claudio Giovannesi jî derhêneriya fîlmê kir.

"Dorpêçî 7ên di Xewê da"

Di fîlma Utku Uçar derhêneriya wê kir da Ahmet Şafak, Fulden Akyurek, Ozcan Varayli, Çagatay Akman dileyîzin.

Senaryoya fîlmê ji hêla Ahmet Şafak va hat nivîsandin û di fîlmê da behsa yekîneyeke Tirk a li Kerkûkê ku dijî serkêşên tevliheviyê têdikoşe, dike.

 "Zarokên Nehatine Keşfkirin"

Di fîlma "Zarokên Nehatine Keşfkirin" a ku Bulent Terzîoglu û Korkmaz Yalinkiliç bi hev ra derhêneriya wê kirin da li ser rewş û merîfeta komeke zarokên malbatên wan li wan xwedî derneketine dike.

 "Hereket Heşt"

Di fîlma ku Ali Sunal, Onur Atilla, Devrim Yakut, Gurgen Oz, Bihter Dinçel, Sarp Bozkurt, Hakan Bilgin, Hande Katipoglu û Aykut Taşkin dileyîzin da qala bûyerên tên serê 3 polêsên dane pey serkêşê mafyaya Ûris, dike.

 "Xwedî Derd im"

Di fîlma "Xwedî Derd im" da Mert li ber zewacê ye û komeke hevalên wî xwedî wê qinaetê ne ku ewê ew zewaceke bixêr nebe û li ser vê ji bo hevalê xwe birevînin biryarê didin. Di fîlmê da jî geşedanên diqewimin tên nîşandin. 

Di fîlma Berat Ozdogan derhênerî kir da Umit Kantarcilar, Onur Dilber, Jessica May, Sermet Yeşil, Ahu Sungur û Cihan Albayrak dileyîzin.

 "Qral Şakîr Warê Korsanan"

Di sala 2018an da bi navê "Qral Şakîr Dema Lîstikê" fîlm hatibû kişandin û ev fîlm jî wek berdewamiya wê fîlmê ye. Qral Şakîr û hevalên wî dema derdikevin gerê di gerduneke biefsûn da asê dibin û fîlm jî qala çîroka wan dike.

Haluk Can Dizdaroglu û Berk Tokay derhêneriya vê fîlma anîmasyonê kirin.AA

Dîroka nûkirinê: 05 Cotmeh 2019, 10:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE