Vê hefteyê 7 fîlm dikevin vîzyonê

Vê hefteyê 3 jê xwemalî, 7 fîlm wê bikevin vîzyonê...

Vê hefteyê 7 fîlm dikevin vîzyonê

Li Salonên sînemayê yên li Tirkiyeyê vê hefteyê 3 jê xwemalî, 7 fîlm wê bikevin vîzyonê.

Fîlma bi navê "Kurikên Nebaş: Her Tim Nes in" a ku serlîstikvanê wê Wîll Smîth û Martîn Lawrence in wê derkeve pêşberî temaşevanan.

Lîstikvanên din ên fîlmê jî Vanessa Hudgens, Alexander Ludwîg, Joe Pantolîano û Charles Melton in.

Derhênerên fîlmê Adil El Arbî û Bîlall Fallah in.

Cureya fîlmê aksiyon û komedî ye. 

- "Xatirê Te"

Derhênerê fîlmê Lulu Wang e. Di fîlmê da malbateke mezin a Çînî ji ber ku pîrika malbatê hindik maye bimre car din tên cem hevdu.

Lîstikvanên fîlmê Awkwafina, Shuzhen Zhao, X Mayo, Hong Lu, Tzî Ma û Dîana Lîn in.

Sînemagerê Çînî Lulu Wang bûyereke hatiye serê malbata wî xistiye mijara vê fîlmê.

- "Ferîde"

Senarîstê fîlma "Ferîde"yê Zeynep Çamci ye.

Derhênerên fîlmê jî Zeynep Çamci û Alî Yorgancioglu ne.

Di fîlmê da qîzeke bi navê "Ferîde" di atolyeya tekstîlê da dixebite û li dû xeyalên xwe diçe.

Lîstikvanên fîlmê Ersîn Korkut, Bariş Yildiz, Anil Tetîk, Ali Barkın, Ceren Taşcı, Fırat Sobutay, Osman Akça û Aycan Koptur in.

- "Mohra Cîn"

Derhênerê fîlmê Bugra Kekîk', Lîstikvan jî Ecem Yorulmaz, Cansu Kahvecîoglu, Burçak Kabadayî, Onat Bulut û Muhammet Kinik in.

Di fîlmê da lîstikvaneke şanoyê û cinê ku dora wê û hevalên wê digere tê behskirin.

- "Yên Mirovan Dixwin"

Sam Fowler û Krîs Carr derhênerên fîlmê ne.

Cureya fîlmê tirs e.

- "Kuçikên Cemserê"

Derhênerê fîlmê Aaron Woodley e. Cureya fîlmê anîmasyon e.

Di fîlmê da behsa kuçik Swîfty ê ku dixwaze bibe kuryeyekî herî bilez û serpêhatiyên wî dike.

Senarîstên fîlmê Bob Barlen, Cal Brunker û Aaron Woodley in. 

Yekta Kopan, Oya Prosçîler, Sînan Dîvrîk, Erkan Taşdogen, Bedîa Ener, Aydogan Temel û Umit Belen deng didin fîlmê û lehengan bi Tirkî didin axaftin.

- "Avjenperên Serpêhatî: Xwepêşana Mezin"

Derhênerê fîlmê Mîthat Gokçe û cureya wê jî anîmasyon e.

Bîba û hevalên wî Çupa, Tutî, Babu, Taka Hamsî û Alesta amadehiyan dikin di Avtenga Stenbolê da xwepêşanekî bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE