Vê hefteyê 7 fîlm wê bikevin vîzyonê

Fîlma ku derhênerên wê Ganî Ruzgar Şavata û Hakan Gurtop in û behsa jiyana hunermend Ehmed Kaya dike jî wê vê hefteyê bê nîşandan.

Vê hefteyê 7 fîlm wê bikevin vîzyonê

 Di salonên sînemayê yên Turkiyeyê da vê hefteyê jê 2 heb xwemalî, 7 fîlm wê bikevin vîzyonê.

Fîlma bi navê "Dafik" ya ku derhênerê wê Seyîd Çolak e wê derkeve pêşberî sînemahezan.

Senarîstên fîlmê Seyîd Çolak û Guven Adiguzel, serlîstikvanên wê jî Munîbe Mîllet, Serkan Altintaş û Samî Aksu ne.

Cureya fîlmê macera û serpêhatî ye. Di fîlmê da 5 heval li giravekê wek masîgir dijîn. Rojekê hevalekî wan winda dibe û gurekî hov derdikeve pêş wan û behsa serpêhatiyan wê tê kirin.

 "Ehmed Herdu Çavên Min î"

Fîlma ku derhênerên wê Ganî Ruzgar Şavata û Hakan Gurtop in behsa jiyana hunermend Ehmed Kaya dike. 

Senarîstên fîlmê Ganî Ruzgar Şavata, Gonul Akturk û Îlker Bariş in.

Selîstikvanên fîlmê Ozgur Tuzer, Aleyna Solaker, Serdar Orçîn, Metîn Yildiz û Yelda Reynaud in.

 "Dijî Qayîdeyan" 

Derhênerê fîlmê Christopher Landon e.

Serlîstikvanên fîlmê Vince Vaughn, Kathryn Newton, Celeste O'Connor, Misha Osherovich û Uriah Shelton in.

Di fîlmê da rûhê jinekê dikeve bedena kujerekî, yê wî jî dikeve rûhê jinikê û bûyerên piştî vê keliyê diqewimin mijara fîlmê ne.

"Min Bişopîne"

Derhênerê fîlmê Will Wernick, serlîstikvanên wê jî Holland Roden, Keegan Allen, Dîmiûîter Mariûînov, Pasha D. Lychnikoff û Denzel Whîtakerin.

Cureya fîlmê tirs e.

Di fîlmê da fenomenekî medyaya civakî ji bo serpêhatiyeke nû diçe Moskovayê û li wir hin tişt tên serê wî ku fîlm behsa van serpêhatiyan dike.

 "Girtîgeha Ezîzan"

Di fîlmê da Meg Alexandra, Gabz Barker û Jess Chanliau lîstikvan in.

Derhênerê fîlmê Russell Owen e û ji hêla Îngiltereyê va hatiye çêkirin.

Di fîlmê da behsa girtiyên ji ber sûcên giran hatine girtin û li Girava St. Leonardsê da dimînin tê kirin. Li ser van girtiyan ceribandinên tibî tên kirin û encamên ecêb çêdibin ku di fîlmê da behsa van mijaran tê kirin.

"Pînokyo"

Derhênerê fîlmê sînemagerê Îtalyanî Matteo Garrone ye.

Çîroka zarokan a bi navê Pînokyo ya ku nivîskarê wê Carlo Collodî ye mijara fîlmê ye.

Fîlm bi hevkariya Fransa, Îngiltere û Îtalyayê va hat kişandin.

Serlîstikvanên fîlmê Federîco Lelapî, Roberto Benîgnî, Rocco Papaleo, Massîmo Ceccherinî û Marîne Vacth in.

 "Cêwîbela"

Derhênerê fîlmê Marcus H. Rosenmuller e.

Serlîstikvanên fîlmê Luis Vorbach, Jona Gaensslen, Margarita Broich, Marie Leuenberger û Serkan Kaya ne.

Di fîlmê da Frîdo xwedî neynikekê ye, bi saya vê neynikê spartekên xwe yên dibistanê û tiştên naxwaze bi cêwiyê xwe dide kirin. Rojekê neynika xwe nîşanî hevalê xwe Emîl dide û li ser vê bûyer diqewimin û fîlm behsa van bûyeran dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE