Vê hefteyê 7 fîlm wê bikevin vîzyonê

Vê hefteyê 7 fîlm wê bikevin vîzyonê

Di salonên sînemayê yên Tirkiyeyê da vê hefteyê jê 3 heb xwemalî, 7 fîlm wê bikevin vîzyonê.

Fîlma "Bîg Kîll" a ku derhênerê wê Scott Martin e wê derkeve pêşberî sînamehezan.

Cureya fîlmê aksîyon e, serlîstikvanên fîlmê Jason Patrîc, Lou Diamond Phîllîps, Chrîstoph Sanders, Scott Martîn û Stephanîe Beran e.

Di fîlmê da ciwanekî ji Philadelphiayê tê bajaroka Bîg Kîllê li wir qumarbazekî firar kiriye, du kesên bêyom û waizekî nebaş nas dike û hin bûyer diqewimin.

- "Efser û Sîxur"

Derhênerê filma "Efser û Sîxur"ê Roman Polanskî, lîstikvanên fîlmê jî Jean Dujardîn, Louîs Garrel, Emmanuelle Seîgner, Gregory Gadebois û Melvîl Poupaud in.

Cureya fîlmê rageşî û dram e, çêkerên fîlmê Fransa û Îtalya ne.

Mijara fîlmê ev e; "Efserekî ciwan ê bi navê Alfred Dreyfus di sala 1895an da bi sûxuriyê tê sûcdarkirin ku ew agahiyan dide Almanyayê. Ji ber vê li Girava Şeytan bi cezayê hepsê ya heta hetayî va tê cezakirin.Serokê şaxa îstixbaratê Georges Picquart dema dibîne agahî hê jî tên parvekirin xwe di nav gerînokeke talûke a bi derewan da dibîne."

- "Şampiyonê Sor"

Fîlm ji romana Richard Wagamese ya bi navê "Şampiyonê Sor" hatiye çêkirin. 

Di fîlmê da behsa çîroka mezinbûna Hespê Saulê Çêrmsor tê kirin.

Derhênerê fîlmê Stephen S. Campanellî ye.

Serlîstikvanên fîlmê Sladen Peltîer, Forrest Goodluck, Ajuawak Kapashesit û Mîchîel Huîsman  in.

- "Jiyana Di Nav Rengan Da Winda Bûye: Fikret Mualla"

Fîlm behsa jiyana wênesaz Fikret Mualla dike.

Derhênerê fîlmê Metîn Gungor e.

Serlîstikvanên fîlmê Tayfun Sav, Okan Bayulgen, Şebnem Schafer û Bedri Baykam in.

- "Tolhildan"

Derhênerê fîlmê Engîn Akyildirim e, serlîstikvanên fîlmê Gumrah Tolu, Sezen Aşirt, Alpay Atîlla, Muhammet Toy û Murat Emîrhan in.

Cureya fîlmê tirs e.

Di fîlmê da behsa ciwanekî ku jiyana wî normal e lê paşê diguhere tê kirin.

- "Dergûşa Cin 2"

Ev fîlma xwemalî ya ku cureya wê tirs e behsa mêrikekî li hemberî qewmê cinan şer têkoşînê dide, dike.

Derhênerê fîlmê Bulent Aydoslu ye.

Di fîlmê da Buse Sevîndîk, Omer Polat, Onur Çîmen, Umut Şeddadî û Esra Kocabaş lîstikvan in.

- "Dînozor"

Derhênerê fîlmê Izzy Clark e.

Cureya fîlmê anîmasyon e.

Di fîlmê da behsa serpêhatiya dînozor Fang û alîkarê wî Scale tê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE