Vê hefteyê 7 fîlm wê têkevin vîzyonê

Li Salonên Sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê 1 jê xwemalî 7 fîlm wê têkevin vîzyonê.

Vê hefteyê 7 fîlm wê têkevin vîzyonê

 Li Salonên Sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê 1 jê xwemalî 7 fîlm wê têkevin vîzyonê.

Fîlma "Pirtûka Razan" ku Olga Kurylenko, Lambert Wilson, Alex Lawther serlehengiya wê dikin, wê derkeve pêşiya temaşevanan.

Cureya fîlmê rageşî ye û Regis Roinsard derhêneriya wê dike. Belçîka û Fransayê bi hev ra çêkirine. Di fîlmê da wergêra romaneke bi navê "Dedalus"ê tê kirin û piştî ku 10 rûpelên ewil ên pirtûkê dizîka va li ser înternetê tê parvekirin, her kes şik dibe ser wergêran û bûyerên rageşiyê li dora vê mijarê dizivire.

- "Mulan"

Mulan çêkirina zindî ya fîlma anîmasyon a Disneyê ye ku ev anîmasyon di sala 1998an da hatiye çêkirin. Cureya Mulanê macera û aksiyon e.

Niki Caro derhêneriya fîlmê dike, Yifei Liu, Jet Li, Jason Scott Lee, Donnie Yen û Li Gong serlehengê fîlmê ne.

Fîlm wek 3 bêr e, qala jineke Çînî ku dikeve dilqê mêran û şûna bavê xwe yê nexweş û li ser navê Artêşa Împaratoriyê şer dike.

- "Reva ji Pretoriayê"

Di fîlmê da Daniel Radcliffe, Lan Hart, Daniel Webber, Nathan Page û Stephen Hunter rol hildaye û derhêneriya wê Francis Annan kiriye.

Fîlm ji ber pirtûka "Inside Out: Escape from Pretoria Prison"ê ku di 2003yan da hatiye çapkirin, hatiye çêkirin. Qala organîzasyonên qedexe yên salên 1970yî dike û Jenk li ser navê van organîzasyonan îlanan çêdike û bela dike, ji ber vî sûcî jî tê darizandin û girtin.

Di fîlmê da rageşî heye û Jenk dixwaze bi hevalên xwe ra ji girtîgeha Pretoriayê bireve.

- "Antebellum"

Derhênerê wê Gerard Bush û Christopher Renz e. Tê da qala revandina nivîskareke bi navê Veronica Henleyê dike.

Fîlm li Amerîkayê hatiye çêkirin û tê da kesên wek Janelle Monae, Jena Malone, Jack Huston, Kiersey Clemons û Gabourey Sidibe dileyîzin.

- "Venexwandî"

Derhêneriya Brett Pierce û Drew T. Pierce dike. John-Paul Howard, Piper Curda, Jamison Jones, Azie Tesfai ve Zarah Mahler tê da dileyîzin. Tê da qala keçikekê tê kirin. Keçik di betlaneya havînê da li cem bavê xwe dimîne û rastî bûyerên ecêb tê.

- "Aether"

Ev belgefîlm e û Ruken Tekeşê derhêneriya wê kiriye. Derhênerê 21 rojan Heskîfa ku wê seba bendava hîdroelektrîkê di binê avê da bimîne ziyaret kiriye û qala ziyareta wê tê kirin.

- "Tîma Penguenan li Fezayê ye"

James Snider derhêneriya fîlmê kiriye û anîmasyon e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE