Vê hefteyê 8 fîlm dikevin vîzyonê

Vê hefteyê yeke wan xwemalî 8 fîlm ew ê têkevin vîzyonê

Vê hefteyê 8 fîlm dikevin vîzyonê

hefteyê yeke wan xwemalî 8 fîlm ew ê têkevin vîzyona sînemeyên Tirkiyeyê.

Derhêneriya fîlma "Avengers: Endgame"yê Jon Watss dike û senaryo bi destê Chris Mckenna û Erik Sommers hatiye nivîsandin.

Di vê fîlma wekî dewama filma "Merivê Pîrhebok"ê hatiye kişandin da Tom Holland di rojê Merivê Pîrhebok da dilîze.

- ''Tolkîen''

Derhêneriya fîlma ''Tolkîen'' Dome Karukoski dike di fîlmê da Nicholar Hoult, Lily Collins, Pam Ferris, Craig Roberts û Derek Jacobi dilîzin.

Di fîlmê da qala zaroktî, ciwantiya wî û jina ku dilê wî ketibûyê ya Ronald Tolkienê nivîskar, helbestvan û fîlolog dikin.

- "Leneta Dergûşê"

Fîlma "Leneta Dergûşê" di cureya fîlmên tirsê da hatiye kilşandin û derhêneriya fîlmê jî Lawer Fowler dike.

Adeline û Choleya qîza wê ji gengeşiya piştî şerê cîhanê yê 2yan direvin û xwe dispêrin gundekî, di malê da dergûşekî dibînin û bûyerên tevlihev diqewimin.

Di fîlmê da Helen Crevel, Philip Ridout, Layla Watts, Neil Hobbs, Claire Carreno, Michelle Archer, Robert Ansell, William Frazer, Laura Janes û Ethan Taylor dilîzin.

- "Bi Efsûn - Ya ji Mexberê Tê"

Derhêneriya fîlma "Bi Efsûn - Ya ji Mexberê Tê" ya fîlma xwemalî Ugur Kaplan dike, fîlm di cureya tirsê da hatiye kişandin.

Senaryoya fîlmê bi destê Ozgur Bakar, Alper Kivilcim û Koray Yeltekîn hatiye nivîsandin û di fîlmê da Sedef Şahîn, Reyhan Îlhan û Elîf Kartal dilîzin.

- "Dostên Şirîn"

Derhêneriya fîlma "Dostên Şirîn" Joachim Masannek dike û di fîlmê da Malu Leicher, Aylin Tezel, Peri Baumeister û Meret Becker dilîzin.

Di fîlmê da Lîlî Susewinda 11 salî ya ku dikare bi heywanan ra têkiliyê dayne piştî ku mala wan bar dike bi Jess ra nasiya xwe dide hev û serpêhatî dest pê dikin."

- "Întiqam"

Derhêneriya fîlma "Întiqam"ê Hoon-jung Park dike û di fîlmê da Da-mi Kim, Min-soo Jo, Woorim Jung û Go Min-Si dilîzin.

Di fîlmê da Ja yoona xwendekara lîseyê ji bo alîkariyê bide malbata xwe beşdarî pêşbaziyeke bi xelat dibe û bûyerên ku berê hatine serê wê hîn dibe û çîrok berfireh dibe.

- ''Kelek''

Derhêneriya fîlma ''Kelek''ê Winston Azzopardi dike serlîstikvaniya fîlmê jî Joe Azzopardi dike. Fîlm di cureya tirsê da hatiye kişandin.

Di fîlmê da behrevanek ji ber rewşa hewayê dikeve kelekekê li ser behrê mehsûr dimîne.

- "Xwelî Sipiya Herî Saf e"

Derhêneriya fîlma "Xwelî Sipiya Herî Saf e" Jia Zhangke dike û di fîlmê da Zhao Tao û Liao Fan dilîzin. Fîlm cara ewil di Cannesa Festivala Fîlman a 2018an da hatibû nîşandan, hetanî îro gelek ceran xelat sitand.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE