Vê hefteyê 8 fîlm dikevin vîzyonê

Li Salonên sînemayê yên li Tirkiyeyê vê hefteyê 3 jê xwemalî 8 fîlm wê têkevin vîzyonê...

Vê hefteyê 8 fîlm dikevin vîzyonê

Li Salonên sînemayê yên li Tirkiyeyê vê hefteyê 3 jê xwemalî 8 fîlm wê têkevin vîzyonê.

"Milyaketên Charlie" ku Kristen Stewart, Naomi Scott, Ella Balinska, Elizabeth Banks, Noah Centineo, Djimon Hounsou, Sam Claflin û Patrick Stewart tê da dileyîzin wê were temaşekirin.

Derhêneriya fîlmê Elizabeth Banks dike. Di sala 1976an da wek rêzefîlmeke populer a vê fîlmê hatibû kişandin, fîlma vê carê jî li gor sînemayê hatiye çêkirin û tê da qala çîroka ajanên jêhatî yên seba yekeya ewlehiyê ya navneteweyî dixebitin, dike.

- "Midway"

Derhêneriya fîlma "Midway"ê Roland Emmerich dike û cureya wê dram û aksiyon e. Tê da qala Şerê Midwayê yê artêşa Amerîka û Hêzên Behrê yên Împaratoriya Japonan dike.

Wes Tooke senaryoya wê nivîsiye û Ed Skrein, Patrick Wilson, Luke Evans, Woody Harrelson, Aaron Eckhart, Nick Jonas, Mandy Moore, Darren Criss, Dennis Quaid û Alexander Ludwig tê da dileyîzin.

- "Şansekî Din Jî"

Serlehenga fîlmê Emilia Clarke ye û tê da qala jineke ku di Noelê da nexweş dikeve û paşê di beriya Noela din kesekî nas dike û bûyerên piştî hevnasînê dike.

Ji bilî aktris Emilia Clarkeyê, Henry Golding, Emma Thompson, Michelle Yeoh û Rob Delaney tê da dileyîzin û derhêneriya fîlmê Paul Feig kiriye.

Senaryoya fîlmê ji aliyê Emma Thompson û Bryony Kimmingsê va hatiye nivîsandin û cureya wê komediya romantîk û dram e.

- "Dengê Tirsê"

Tê qala keçeke ku dixwaze mala xwe ya ku ji kalikê wê jê ra mîrate maye bifroşe û di pêvajoya firotinê da tiştên tên serê keçikê dike.

Trista Robinson, Hannah Race, Paul Chirico û Marshal Hilton tê da dileyîzin û derhêneriya wê Brian Avenet-Bradley û Laurence Avenet-Bradley kir.

- "Monos"

Derhêneriya fîlmê Alejandro Landes kiriye û fîlm çêkirina hevpar a Kolombiya, Arjantin, Hollanda û Almanyayê ye. Tê da qala çîroka kesên ku hê kamil nebûne û di binê tesîra hormonan da ne, dike.

Fîlm namzeda Oskarê ya Kolombiyayê ye û tê da Moises Arias, Julianne Nicholson, Jorge Roman, Sofia Buenaventura û Julian Giraldo dileyîze.

- "Em Hema Vedigerin"

Derhêneriya wê Haydar Işik dike û Gokhan Mumcu, Kadîr Polatci, Murat Genç, Burak Satibol, Açelya Elmas, Huseyîn Elmalipinar, Amîr Zakaria, Buse Îskenderoglu, Ayhan Taş, Samet Serhat Sari û Esîn Civangîl tê da dileyîzin.

Tê da qala çîroka komeke hevalan ku gelek tiştan tînin serê xwe dike û cureya wê komedî ye.

- "Bêzar"

Derhêneriya fîlmê Murat Pay kiriye û senaryoya wê bi Selman Kiliçaslan ra nivîsiye. Ozan Çelîk, Mîm Kemal Oke, Vîldan Atasever û Emîn Gursoy tê da dileyîzin. Di fîlmê da zilamek bi resamtiya dîwaran debara xwe dike, paşê jineke ku karê hunera xetê dike û Eşref Efendiyê hosteyê berê yê hunera xetê nas dike û jiyana wî diguhere.

- "Tiştên Piçûk"

Derhêneriya fîlmê Kivanç Sezer dike. Cureya wê komedî û dram e. Tê da kesên wek Alîcan Yucesoy, Başak Ozcan, Bulent Emrah Parlak, Seda Turkmen, Mufît Kayacan, Tugçe Altug, Nîhal Koldaş, Ece Dîzdar, Zeynep Dînsel û Kubîlay Tunçer dileyîzin.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 12:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE