Vê hefteyê 8 fîlm dikevin vîzyonê

Vê hefteyê 8 fîlm dikevin vîzyonê

Di salonên sînemayê yên Tirkiyeyê da vê hefteyê 4 jê xwemalî 8 fîlm wê têkevin vîzyonê.

- "Kompartimana bi 6 Nimreyî"

Di fîlma bi derhêneriya Juho Kuosmanen va hatiye kişandin da Yuriy Borisov, Seidi Haarla û Yuliya Aug di rola sereke ya fîlmê da dileyîzin. Senaryoya fîlmê ji ber romana Rosa Lîksomê hatiye nivîsandin û di fîlmê da qala rêwîtiya du biyaniyên di heman kompartimanê da ne dike. Fîlm bi şirîkatiya Rûsya, Almanya, Estonya û Finlandiyayê hatiye kişandin.

- "Snowborda Xetere"

Di fîlma bi hevkariya Gurcistan û Ukraynayê hatiye kişandin da Ivanna Sakhno, Alex Hafner û Tinatin Dalakishvili di rola sereke da ne.

Di fîlmê da behsa du ciwanên snowboardê dikin, dikevin herêmeke qedexe û jiyana wan serobin dibe tê kirin.

- "Şikefta Şeytên"

Di fîlma tirsê ya bi derhêneriya Adam Ethan Crow va hatiye kişandin da Oded Fehr, Corey Johnson, Alexandra Gilbreath, Emily Haigh û Sean Buchanan dileyîzin û qala bûyerên ji ber kuştineke kiryar nediyar e diqewimin, dike.

- "Mexlûqat"

Di fîlma xwemalî ya bi derhêneriya Alper Mestçî va hat kişandin da Adnan Koç, Seda Oguz, Kurtuluş Şakîragaoglu, Oyku Gokduman û Alara Kardak dileyîzin û fîlm ji ber bûyereke tirsê ya di rastiyê da li Mêrdînê qewimiye, hatiye derxistin.

- "Lîstika Dizînê: Talana Mezin"

Fîlma pêkenokê ya xwemalî ku Alî Dogançay derhêneriya wê kir da di rola sereke da jî Burak Sevînç, Sercan Badur, Selîm Bayraktar, Bulent Alkiş û Seren Deniz Yalçin dileyîzin.

- "Nebe emê birevin"

Di fîlma ji alî Erkan Nurhan va hat kişandin da qala komeke hevalên ji ser medyaya civakî tên naskirin û diçin li otêlekê dimînin û bûyerên li wê derê diqewimin, tê kirin.

Di fîlmê da Aykut Elmas, Halîl Îbrahîm Goker, Ezgî Gîzem, Gokhan Eksen û Ferit Okan Tokmak cî digirin û senaryo jî ji alî Erol Hizarci va hatiye nivîsandin.

- "Tirkê ji Hollywoodê"

Di vê fîlma xwemalî ya pêkenok ku ji alî Murat Unal va hat kişandin da jî qala ciwanekî xeyala wî ewe ku di rolên sereke yên fîlman da bileyîze, dike.

- "Samsam"

Serge Bloch ji ber bernameya têlevizyonê ya zarokan a bi heman navê ev fîlma anîmasyonê kişandiye û tê da qala serpêhatiyên Samsam û Daisy ku hevalên hev in dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE