Vê hefteyê 8 fîlm dikevin vîzyonê

Vê hefteyê li salonên sînemayê yên li Tirkiyeyê 2 jê xwemalî 8 fîlm dikevin vîzyonê...

Vê hefteyê 8 fîlm dikevin vîzyonê

Li salonên sînemayê yên li Tirkiyeyê vê hefteyê 2 jê xwemalî 8 fîlm wê têkevin vîzyonê.

Fîlma "Alîta: Ferîştaha Şer": Derhênerê wê Robert Rodriguez e û tê da Rosa Salazar, Eiza Gonzalez, Jennifer Connelly, Christoph Waltz, Michelle Rodriguez, Ed Skrein, Mahershala Ali ve Jackie Earle Haley dileyîze. Cureya fîlmê macera ye û ji ber "manga"ya berhema Yukito Kishiro hatiye çêkirin.

Senaryoya fîlmê ji aliyê derhênerê xwediyê Xelata Oscarê James Cameron û Laeta Kalogridisê va hatiye nivîsandin.

 "Demsala Koçê"

Derhênerê fîlma "Demsala Koçê" Ciro Guerra û Cristina Gallego ye û tê da Carmina Martinez, Jose Acosta, Natalia Reyes, Jhon Narvaez û Greider Meza dileyîzin. 

Senaryoya wê ji aliyê Maria Camila Arias û Jacques Toulemonde Vidal va hatiye nivîsandin û qala çîroka gelê Kolombiyayê ku di navbera şerê hişbirê da dimînin, dike.

 "Van Gogh: Li Ber Deriyê Ebedîtiyê"

Julian Schnabel derhêneriya vê fîlmê kiriye û tê da Willem Dafoe, Rupert Friend, Oscar Isaac, Mads Mikkelsen, Mathieu Amalric, Emmanuelle Seigner, Niels Arestrup û Amira Casar dileyîze. Fîlm li ser demên dawîn ên resamê navdar Vincent van Gogh disekine.

 "Eşqek û Du Jiyan"

Alî Bîlgîn derhêneriya vê fîlmê dike û Engin Akyurek û Berguzar Korel jî wek lehengên sereke tê da dileyîzin. Fîlm li ser çîroka eşqa derhêner Umut û mîmar Denizê disekine.

"Hep Yek 3"

Derhêneriya vê fîlmê Ozgur Bakar kiriye û Gokhan Yikilkan, Ulaş Torun, Alî Surmelî, Yildirim Memîşoglu û Mahmut Tuncer tê da dileyîzin û li ser maceraya Altan û Gurkan disekine.

 "Sêra Şeytan"

Bidisha Chowdhury derhêneriya vê fîlma tirsê dike û  Jill Evyn, Lane Townsend, Jeremy Steven Walker û Emily Claeys tê da dileyîzin.

"Cool Zarok Di Kampê Da Ne"

Lisa Arnold derhêneriya vê fîlmê dike û fîlm komedî û macera ye. Tê da Connor Rosen, Logan Shroyer, Michael Gross, Leigh-Allyn Baker, Markie Post, Juliocesar Chavez û Tyree Brown dileyîze. Li ser çîroka ciwanekî ku diçe kampa havînê disekine.

 "Asteriks: Raza Îksîra Bisêr"

Alexandre Astier û Louis Clichy bi hev ra derhêneriya vê fîlmê dikin û Cureya fîlmê anîmasyon e.AA

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2019, 14:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE