Vê hefteyê 9 fîlm dê bikevin vîzyonê

Fîlma "Pasevan" ku Jean-Claude Van Damme di rola yekemîn da dilîze, qala çîroka mirovekî dike ku dixwaze keça xwe ji belaya ku ketiye nav rizgar bike

Vê hefteyê 9 fîlm dê bikevin vîzyonê

Li Tirkiyeyê dî salonên sînemayê da vê hefteyê 2 jê xwemalî 9 fîlm dikevin vîzyonê.

Fîlma "Pasevan" ku derhênerê wê Julien Leclercq e û kesên wekî Jean-Claude Van Damme, Sami Bouajila, Sveva Alviti û Kevin Janssens di rola sereke da dilîzin dê derkeve pêşiya temaşevanan.

Fîlma ku senaryoya wê bi destê Jeremie Guez hatiye nivîsîn, qala çîroka mirovekî dike ku dixwaze keça xwe ji belaya ku ketiye nav rizgar bike.

- "Navê Wê yê Kod: Hummingbird"

Di fîlma "Navê Wê yê Kod: Hummingbird" da Jesse Eisenberg, Alexander Skarsgard û Salma Hayek wekî serleheng dilîzin û promiyera dinyayê li Festîvala Fîlman a Torontoyê ya 43yemîn kir.

Fîlma ku Kim Nguyen senaryoya wê nivîsî û derhêneriya wê kir, qala serpêhatiyên du xizmên New Yorkî dike ku dixwazin pergalên banqegeriyê bi dest bixin û bibin xwediyê milyaran.

- "Rîtuel"

Di fîlma "Rîtuel" ku Ari Asterê ku bi fîlma "Ayîn"ê hat naskirin, senaryoya wê nivîsiye û herwiha derhêneriya wê kiriye da kesên wekî Florence Pugh, Will Poulter, Jack Reynor, William Jackson Harper, Liv Mjones, Julia Ragnarsson, Henrik Norlen û Anna Astrom dilîizin.

Fîlma tirs û dramê, behsa çîroka du kesên ciwan ku jin û mêrê hev in dike ku ev kes li Swêdê li bajarokekî ku rêya însanan pê nakeve beşdarî çalakiyên pîrozkirina ekînoksa havînê dibin. 

- "Yuli"

Iciar Bollain derhêneriya fîlma "Yuli" dike û kesên wekî Carlos Acosta, Santiago Alfonso, Keyvin Martinez, Laura De la Uz, Yerlin Perez û Mario Elias tê da dilîzin. Fîlm qala jiyana reqasê navdar ê ji Kubayê Carlos Acosta dike.

- "Leneta Reşeyê"

Di fîlma tirsê "Leneta Reşeyê" ku derhênera wê Louisa Warren e da Kate Lister, Louisa Warren û Cassandra French dilîzin.

- "Cin: Sêhra Evînê"

Di fîlma tirsê ya xwemalî "Cin: Sêhra Evînê" ku derhênerê wê Battal Karslioglu ye da lîstikvanên wekî Soner Turker, Derya Îpek, Ali Ertem, Murat Deniz, Ebru Şahin û Zeynep Yilmaz dilîzin.

- "Xeyb"

Herwiha fîlmeke tirsê ya hefteyê ya din jî "Xeyb" e ku derhênerê wê Vecihi Ener e û tê da Aziz Ozuysal, Muslum Samanci, Ayça Çeçen, Mustafa Atali, Berkan Erdogan û Emel Sertel dilîzîn.

- "Hevalên Bipirç"

Fîlma anîmasyonê ya bi navê "Hevalên Bipirç" ku derhênerê wê jî James Snider e, qala serhatiyên cûcikê çivîkan Mooky û Kooky ku tevlî kuluba pirçê ya bajarok dibin, dike.

- "Lehengê Piçûk"

Fîlma anîmasyonê ya hefteyê ya din ku navê wê "Lehengê Piçûk" e, bi derhêneriya Jason J. Lewis û bi çêkeriya hevbeş a Amerîka û Endonezyayê dê derkeve pêşiya temaşevanan.

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Tîrmeh 2019, 10:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE