Vê hefteyê 9 fîlm dê bikevin vîzyonê

Di salonên sînemayê yên li Tirkiyeyê da vê hefteyê 2 jê xwemalî 9 fîlm dê bikevin vîzyonê

Vê hefteyê 9 fîlm dê bikevin vîzyonê

Di salonên sînemayê yên li Tirkiyeyê da vê hefteyê 2 jê xwemalî 9 fîlm dê bikevin vîzyonê.

Fîlma "Şerên Li Ser Ceyranê" ku Benedict Cumberbatch, Michael Shannon, Nicholas Hoult, Tom Holland, Katherine Waterston û Damien Molony wekî serleheng tê da dilîzin, dê derkeve pêşberî temaşevanan.

Fîlma ku Benedict Cumberbatch ketiye dirûvê Thomas Edison, Michael Shannon ketiye dirûvê George Westinghouse û Nicholas Hoult ketiye dirûvê Nikola Tesla da li ser çîroka milmilaneya di warê pergala ceyranê ya 3 mûcîdên herî mezin ên serdema endustriyel disekine.

- "Sîxur"

Fîlma "Sîxur" ku Diane Kruger serleheng e, qala peywira dawîn a sîxurê eşkerebûyî Rachel dike.

Derhênerê fîlmê Yuval Adler e û herwiha Martin Freeman, Cas Anvar, Rotem Keinan û Lana Ettinger di serlehengiyê da beşdariya Diane Kruger dikin.

- "Şeva Dojehê"

Mike Gan bi xwe "Şeva Dojehê" nivîsiye û derhêneriya wê kiriye. Herwiha fîlm qala wan bûyeran dike, jineke ku ji derdora wê kes eleqeyê nîşan nade, xwe di navê da dibîne.

Di rolên sereke yên fîlmê da lîstikvanên wekî Tilda Cobham-Hervey, Suki Waterhouse, Josh Hutcherson, Harry Shum û Shiloh Fernandez dilîzin.

- "Peywendiya Xeternak"

"Peywendiya Xeternak" ku Juliane Block derhênera wê ye, qala çîroka keçeke revandî dike ku keçik wê yekê ferq dike, kesê ku wê rizgar dike, ew mirov e ku 15 sal berê êrîşî wê kiriye.

Senaryoya fîlmê ji destê Wolf-Peter Arand derketiye û kesên wekî Mhairi Calvey, Anatole Taubman, Maja-Celine Probst, Victor Alfieri û Tyron Ricketts di fîlmê da dilîzin.

- "Koma Hemwateyan"

"Koma Hemwateyan" ku Nadav Lapid senaryoya wê nivîsiye, behsa serhatiyên Yoav dike ku ji Îsraîlê bar dike diçe Parîsa ku gelekî li ber dilê wî şêrîn e.

Di fîlmê da kesên wekî Tom Mercier, Quentin Dolmaire, Louise Chevillotte, Olivier Loustau û Uria Hayik dilîzin.

- "Xwîşkên Hev"

"Xwîşkên Hev" ku promiyera cihanê li Festîvala Fîlman a Berlînê ya 69emîn da pêk anî, qala bûyerên ku tên serê sê xwîşkên ku vedigerin gund dike. Ev hersê xwîşkên ku emrê wan ji hev cuda ye, gava diya wan dimire, li cem malbatên cuda mezin dibin û dû ra vedigerin gund.

Emin Alper derhênerê fîlmê ye û herwiha Cemre Ebuzziya, Ece Yuksel, Helin Kandemir, Mufit Kayacan û Kayhan Açikgoz wekî serleheng dilîzin.

- "Ezabê Cinan"

"Ezabê Cinan" ku derhênerê wê Onur Aldogan e, qala ezmûna jinekê ya bi cinan ra dike ku ev jin ji ber karê mêrê xwe di qonaxa dawîn a hemletiya xwe da diçe gund û li cem xesûya xwe dimîne.

Di fîlma ku cureya wê tirs e da Aydan Akboga, Yalin Cengiz, Nalan Olcayalp, Sinan Taşkan û Rifat Kanpara dilîzin.

- "Hevalê Min Benjamin"

Fîlma anîmasyon "Hevalê Min Benjamin" ku Tim Trachte derhênerê wê ye, behsa serhatiyên fîlê şêrîn û dilpak Benjamin û hevalê wî yê herî nêzîk Otto dike.

- "Ajelên Kedîkirî yên Şêrîn"

"Ajelên Kedîkirî yên Şêrîn" ku vê hefteyê fîlmeke din a anîmasyonê ye û herwiha Alex Sebastian jî derhênerê wê ye, behsa serhatiyên komek ajelên kedîkirî dike ku ev ajel gava însan ji malê derdikevin diçin, ji xwe ra jiyana xwe dijîn.AA

Dîroka nûkirinê: 12 îlon 2019, 10:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE