Vê hefteyê 9 fîlm dê bikevin vîzyonê

Vê hefteyê 9 fîlm dê bikevin vîzyonê

hefteyê 7 jê xwemalî 9 fîlm dê li salonên sînemayê yên welêt bikevin vîzyonê.

Di fîlma "Morbius" ku cureya wê aksiyon e da wek serleheng, Jared Leto yê xelatgirê Xelata Oscarê û ya Kureya Zêrîn e, Jared Harris, Matt Smith, Adria Arjona û Michael Keaton dileyîzin.

Fîlma ku Daniel Espinosa derhênerê wê ye, qala wê pêvajoyê dike ku zanyar Dr. Michael Morbius dema dixwaze çareya nexweşiya xwînê ya xwe bibîne, vediguhere heyîneke nîv vampîr û dûrmirov.

- "Lê Ku Ez Bimrim"

Fîlma "Lê Ku Ez Bimrim" ya ku Faik Ahmet Akinci derhênerê wê ye, qala serboriyên malbateke ku teşxîsa otîzmê ji zaroka wan a nûbûyî tê dayîn, dike.

Senaryoya fîlmê ji pênûsa Yilmaz Suvaci derket û tê da kesên wekî Cenan Çamyurdu, Guliz Gunduz, Bariş Koçak, Gizem Çiracı û Hakan Tepe dileyîzin.

- "Şeva Şewatê"

Tatiana Huezo li ser paldanka derhêner a fîlma "Şeva Şewatê" rûnişt û her wisa lîstikvanên wekî Mayra Batalla, Norma Pablo, Memo Villegas, Alejandra Camacho û Eileen Yanez jî wekî serleheng di fîlmê da leyîstin.

Fîlma cureya wê dram e, qala çîroka sê keçên li gundekî dike ku dayik ji bo ku keçên xwe ji baronên hişbirê biparêzin, porê wan jê dikin, diranên wan boyax dikin ku nerind bixuyên û her wiha bav jî ji bo xebatê ji gund diçin, lê êdî hew vedigerin.

- "Leoparê Anadoluyê"

Fîlma "Leoparê Anadoluyê" ya ku tevî Festîvala Fîlman a Torontoyê ya Navneteweyî di gelek festîvalên neteweyî da xelat wergirtin, qala têkoşîna midûrê baxçeyeke ajalan dike ku hewl dide, sazî ji bo sektora taybet neyê firotan.

Di fîlma ku Emre Kayiş derhêner e da kesên wekî Ugur Polat, Îpek Turktan, Tansu Biçer, Ege Aydan, Seyithan Ozdemir, Osman Alkaş û Nuri Gokaşan dileyîzin.

- "Halîl"

Derhênerê fîlma bi navê "Halîl" Mehmet Elçî, lîstikvanên wê jî Fethî Çagan Mertsoz, Yilmaz Yondem, Serdar Noyan, Fahrî Doymaz û Şukran Çagman in.

Cureya fîlmê dram e, mijara wê jî merikekî ciwan ê nexweşiya stressê pê ra heye ji bo ku ji vê rewşê xelas bibe beşdarî komeke bi navê "Koma Halîlan" dibe. Mêrikê dixwaze di nav vê komê da bibe "Halîl" wezîfeyên têkiliya wan bi dewletê ra heye dike.

- "Daristana Macerayê ya Doruyê"

Fîlma ku cureya wê anîmasyon e behsa Alacayê ku dikeve destê sîrkeke heywanan dike.

- "Osman Heyşt"

Derhênerê fîlmê Ezel Akay, lîstikvanên wê Tîm Seyfî, Begum Bîrgoren, Kemal Uçar, Ezel Akay û Hasan Akay in.

Mêrîkekî nexweşiya agorafobiyê pê ra heye û nikare derkeve derva li koşkeke kevn da dijî.

Di fîlmê da behsa têkiliyên wî û pênc cinawêran û serpêhatiyên têne serê mêrik tê kirin.

- "Îblîs: Xwediyê Tarîyê"

Cureya fîlmê tirs e.

Leventê ku piştî gelek zehmetiyan digîhêje defîneyekê hîn dibe ku xwediyê wê cin in.

Ji bo ku xwe û malbata xwe ji vê rewşê xilas bike Levent têkoşînê dide ku fîlm behsa vê dike.

- "No: 26 Qêrîna Mirinê"

Derhênerê fîlmê Batuhan Çelîk, lîstikvanên wê Hande Ogut, Bariş Baktaş, Lola Polat, Berat Eren Adanali ne.

Di fîlmê da Selîn û hevalê wî Bariş xeberê ji xwîşka Selînê ya ku li mala wan a havîngehê ye hilnadin. Ew hewl didin herin havîngehê ku hin tişt tên serê wan û fîlm behsa van serpêhatiyan dike.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE