Vê hefteyê 9 fîlm dê bikevin vîzyonê

Di salonên sînemayê yên Tirkiyeyê da vê hefteyê 5 jê xumalî 9 fîlm dê bikevin vîzyonê...

Vê hefteyê 9 fîlm dê bikevin vîzyonê

Fîlma komediyê "Fêlbaz" ku derhênerê wê Chirs Addison e û Anne Hathaway, Rebel Wilson, Tim Blake Nelson, Alex Sharp, Ingrid Oliver û Meena Rayann tê da dilîzîn, dê derkeve pêşiya temaşevanan.

"Godzilla II: Qralê Cinawiran"

Michael Dougherty derhêneriya fîlma "Godzilla II: Qralê Cinawiran" hilda ser xwe û herwiha navên wekî Millie Bobby Brown, Vera Farmiga, Sally Hawkins, Kyle Chandler, Bradley Whitford, Charles Dance, Ziyi Zhang û Ken Watanabe wekî serleheng di fîlmê da dilîzin.

Fîlma ku naveroka wê ji serborî, zanist, sêwirîn û aksiyonê pêk tê, qala têkoşîna dinyaya li ber deriyê qiyametê ya Godzilla û tehba Mothra, Rodan û King Ghidorah ku wekî tîtan tên binavkirin, dike.

"Ma"

Di fîlma "Ma" da Tate Taylor û Octavia Spencer ku berê di fîlma "The Help" da jî bi hev ra xebitîbûn, vê carê dîsa mil dan hev û bi hev ra fîlm kişandin.

Herwiha di fîlmê da Octavia Spencer wekî serleheng dilîze û kesên wekî Diana Silvers, Luke Evans, Juliette Lewis, Allison Janney, Missi Pyle û Corey Fogelmanis jî hevaltiya wê dikin.

"Astral Seyahet"

Fîlma tirsê ya xumalî "Astral Seyahet" ku Hasan Gokalp derhênerî hildaye ser xwe, serboriyên hersê hevalan Çigdem, Ece û Asliyê tîne ser zarê sînemayê.

"Dizên Kevokan"

Fîlma "Dizên Kevokan" ku cureya wê drama ye, qala jiyana ciwanekî ku kevokan xwedî dike û kevokên merivên din didize dike. Li gorî çîroka fîlmê, jiyana vî ciwanî gava nasiya xwe dide zarokekî heşt salî, diguhere.

Di fîlma ku Osman Nail Dogan derhênerê wê ye da Kutay Sandikçi, Gokhan Yikilkan, Burçin Sezen û Mert Bugra Tataroglu dilîzin.

"Enes Batur Lehengê Rasteqîn"

Di fîlma ku dewama fîlma Enes Batur e da vê carê Doga Can Anafarta di qoltixê derhêneriyê da rûdinê.

Herwiha di fîlma xumalî ya komediyê da Enes Batur, Omer Başdogan, Altan Erkekli, Damla Aslanalp, Kanbolat Gorkem Aslan, Ebru Şahin, Selin Deveci û Ramin Nezir dilîzin.

"Xezîneya Qral Mîdas"

"Xezîneya Qral Mîdas" qala serpêhatiyên komek heval ku dane dû nexşeya xezîneyekê dike. Di fîlma ku Mesut Çetin derhêner e da Îsmail Baki Tuncer, Orhan Aydin, Mehmet Ali Tuncer û Yaşar Alptekin dilîzin.

"Fîlma Wê"

Su Baloglu û Merve Bozcu derhêneriya fîlma bi navê "Fîlma Wê" dikin û fîlm qala çîroka çardeh jinên derhêner dike.

"Tîma Nesan: Rêwiyên Zeman"

Fîlma Ûris a anîmasyon "Tîma Nesan: Rêwiyên Zeman" qala çîroka Krash û hevalên wî ku di rêwîtiya zeman da her carê xwe di nava serboriyekê da dibînin, dike.AA

Dîroka nûkirinê: 01 Hezîran 2019, 15:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE