Vê hefteyê 9 fîlm dikevin vizyonê

Vê hefteyê 3yê wan xwemalî 9 fîlm ew ê têkevin vizyona sînemeyên Tirkiyeyê

Vê hefteyê 9 fîlm dikevin vizyonê

hefteyê 3yê wan xwemalî 9 fîlm ew ê têkevin vizyona sînemeyên Tirkiyeyê.

Derhêneriya fîlma "Sûîqestkar" David A. Armstrong dike û di fîlmê da Justin Chatwin, Peter Stomare, Mark Thompson, Robin Thomas, Yancy Butler û Elizabeth Anweis dilîzin.

Di fîlma cureya aksiyonê da di zaroktiya polêsekî da bavê wî tevlî skandalekê dibe û roj tê dîsa mijar tê rojeve. Polês jî lêpirsînê da cî digire ji aliyekî va li dijî statukoyê ji aliyê din va jî li dijî sûîqestkarê ketiye pey mijarê têkoşînê dide.

- "Cotejiyan"

Derhêneriya fîlma "Cotejiyan" Olîvîer Assayas dike û di fîlmê da Guillaume Canet, Juliette Binoche, Vincent Macaigne, Christa Theret, Nora Hamzawi û Sigrid Bouaziz dilîzin.

Senaryoya fîlmê bi destê Olîvîer Assayas hatiye nivîsandin. Di fîlmê da qala jiyana edîtor û nivîskarekî di medyayê da ji xwe ra jiyanek avakirine û pirsgirêkên wan û yên bi hevserên wan ra dikin.

- "High Life"

Derhêneriya fîlma "High Life"yê Claire Denis dike û di fîlmê da Robert Pattinson, Juliette Binoche, Andre Benjamin, Mia Goth, Lars Eidinger, Agata Buzek û Claire Tran dilîzin.

Di fîlmê da qala bav û keçek li fezayê di tecrîdê da tên girtin û têkoşîna wan dikin.

- "Şampiyon"

Derhêneriya fîlma "Şampiyon" Javier Fesser dike û di fîlmê da Javier Gutierrez, Athenea Mata, Juan Margallo, Jose de Luna, Sergio Olmo û Jesus Vidal dilîzin.

- "Tîma Herekata Xurt"

Derhêneriya fîlma "Tîma Herekata Xurt" Bei-Er Bao dike û di fîlmê da qala wezifedarekî ewlekariyê yê ku dixwaze bibe sîxur lêbelê ji ber ku zehf xurte tengasiyan dikişîne dikin.

- "Çavê Şeytîn"

Derhêneriya fîlma "Çavê Şeytîn" Ryan Sîmons dike û di fîlmê da Darren Day, Liam Fox, Kate James, Ellie Goffe, Jimmy Allen û Alannah Marie dilîzin.

Fîlm di cureya tirkê da hatiye kişandin.

- "Yek Kêm"

Derhêneriya fîlma Yek Kêm"ê Orhan Oguz dike û di fîlmê da Nilufer Açikalin, Metîn Belgîn, Serkan Ercan û Ercan Kesal dilîzin.

Fîlmê da "Festivala Fîlman a New York Chelsea"yê da 4 xelat bi hev ra sitandibû û di fîlmê da qala merivekî kûçelîn û 3 zabiteyên dixwazin ji wî xilas bibin dikin.

- "Kaos"

Derhênerya fîlma "Kaos"ê Semîr Aslanyurek dike û di fîlmê da Bulent Emîn Yarar, Orhan Aydin, Erdal Sari, Yetkîn Dîkînciler, Canan Erguder û Salih Usta dilîzin.

Di fîlmê da 3 gunehkar bi wijdana xwe ra dikevin hesab.

- "Alem-ê Cin 2"

Derhêenriya fîlma "Alem-ê Cin 2"yê Ozgur Bakar dike û di fîlmê da Ali Kaan Serez, Bekir Behrem, Cihangir Kose û Sena Tugçe Guner dilîzin. Di fîlmê da bûyerên paranormal diqewimin.

AA

Dîroka nûkirinê: 02 Gulan 2019, 11:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE