Vê hefteyê 3yê wan xwemalî 9 fîlm ew ê têkevin vîzyona sînemayên Tirkiyeyê.
Derhêneriya fîlma "John Wick 3: Parabellum"ê Chad Stahelski dike û di fîlmê da Keanu Reeves, Ian McShane, Halle Berry, Laurence Fishburne, Anjelica Huston, Asia Kate Dillon, Jason Mantzoukas û Lance Reddick dilîzin.
Di fîlmê da ji bo John Wîckê ji yekîtiya sûîqesdkaran hatiye avêtin 14 milyon dolar xelat hatiye danîn û hemû sûîqesdkarên li dinyayê dikevin pey John Wîck.
- "Balkêşiya Mesumiyetê"
Derhêneriya fîlma "Balkêşiya Mesumiyetê" Anne Fontaîne dike û di fîlmê da Lou de Laage, Isabelle Huppert, Charles Berling, Damien Bonnard, Jonathan Cohen û Richard Frechette dilîzin.
Fîlm di cureya komediyê da hatiye kişandin û senaryo jî bi destê Anne Fontaîne û Pascal Bonîtzer hatiye nivîsandin.
- "Qulibîna Rojê"
Derhêneriya fîlma "Qulibîna Rojê"ê Laszlo Nemes dike û di fîlmê da Juli Jakab, Susanne Wuest, Urs Rechn, Vlad Ivanov, Evelin Dobos û Judit Bardos dilîzin.
Fîlm di sala 2015an da hatiye kişandin û qala dema şerê Cîhanê yê Ewil dike.
- "Deriyê Bilehnet: Daristana Paranormal"
Derhêneriya fîlma "Deriyê Bilehnet: Daristana Paranormal" Bîlly Chase Goforth dike û di fîlmê da Katherine Forbes, John-Michael Fisher, Lauren Harper, Levi Hudson û CJ Jones dilîzin.
- "Yên Di Hundir Da"
Senaryoya fîlma "Yên Di Hundir Da" ji şanoya Melîh Cevdet Anday a bi heman navî hatiye hildan û derhêneriya fîlmê Huseyîn Karabey dike.
Di fîlmê da Caner Cîndoruk, Gorkem Mertsoz, Gizem Erman Soysaldi û Settar Tanriogen dilîzin.
Di fîlmê da qala mamosteyê ku 185 rojan jêpirsîna wî bi destê komserekî şaxa siyasî tê kirin û şerê wî yê psîkolojîk dikin.
- "Ji Bo Xwedê Neçe"
Derhêneriya fîlma "Ji Bo Xwedê Neçe" Yuksel Torun dike û di fîlmê da qala Qudretê mêrkujê bi kirê dikin.
Senaryoya fîlmê bi destê Omer Gecu hatiye nivîsandin û di fîlmê da Yusuf Atala, Eren Vurdem, Gaye Turgut Evin, Umit Acar û Yeşim Salkim dilîzin.
- "Kî Herî Zêde Bextewar e?"
Derhêneriya fîlma "Kî Herî Zêde Bextewar e?" Hakan Haksun dike û di fîlmê da Ecem Ozkaya Ustundag, Emre Kivilcim, Hasan Denizyaran, Serenay Aktaş, Umit Erdim û Bengi Îdil Uras dilîzin.
Di fîlmê da qala bûyerên dema dawetê û piştî dawetê dikin.
- Anîmasyonên Hefteyê
"Bîsîklet"a fîlma anîmasyon a derhêneriya wê Manuel J. Garcia dike û "Uglydolls"a fîlma anîmasyon a derhêneriya wê Kelly Asbury dike vê hefteyê dikevin vîzyonê.
AA