Vê hefteyê 9 fîlm dikevin vîzyonê

Vê hefteyê 3yê wan xwemalî 9 fîlmê têkevin vîzyona sînemayên Tirkiyeyê.

Vê hefteyê 9 fîlm dikevin vîzyonê

Vê hefteyê 3yê wan xwemalî 9 fîlmê têkevin vîzyona sînemayên Tirkiyeyê.

Derhêneriya fîlma "Xemgîniya Sipî" Kenan Korkmaz dike û di fîlmê da Murat Yatman, Duygu Poyraz, Şenol Kara, Edip Tutal, Ali Poyraz, Yavuz Gurbuz, Suat Ergin û Yakup Keskinê şanoger dilîzin.

Fîlma senaryoya wê ji romana Îsmaîl Bîlgîn a bi heman navî hatiye hildan qala Abrekê çawîşê koçber ê ji Şerê Balkanan derbasî Sarîqamîşê dibe dikin.

Fîlm li Çayirliya navçeya Erzincanê hatiye kişandin û muzîka fîlmê jî bi destê Yildiray Gurgen hatiye amadekirin.

- "Çil Mar"

Derhêneriya fîlma "Çil Mar"ê Hamdî Alkan dike û di fîlmê da Oguzhan Ugur, Timur Acar, Ferdi Sancar, Berat Yenilmez, Hakan Meriçliler, Zeynep Alkan, Melis Sabah û Ataberk Dogan dilîzin.

Fîlm di cureya komediyê da hatiye kişandin, di fîlmê da qala bûyerên di şeva hineyê da dikin.

- "Posteya Qederê"

Derhêneriya fîlma "Posteya Qederê" Çigdem Bozali û Elif Akarsu Polat dikin. Di fîlmê da qala serpêhatiyên Yusuf û Zeynepa ji zaroktiya xwe pê va hevalên hev û paşê ji hev diqetin dikin.

- "Star Wars: Bilindbûna Skywalker"

Derhêneriya fîlma "Star Wars: Bilindbûna Skywalker" J.J. Abrams dike û di fîlmê da Daisy Ridley, Adam Driver, Oscar Isaac, John Boyega, Carrie Fisher, Lupita Nyong'o, Mark Hamill, Ian McDiarmid, Keri Russell, Billy Dee Williams, Domhnall Gleeson û Richard E. Grant dilîzin.

Di vê fîlmê da lehengên fîlmên Star Warsê yên berê hatibûn kişandin tên ba hev.

- "Skandal"

Fîlma "Skandal" wekî fîlma biyografiyê hatiye kişandin û derhêneriya wê Jay Roach dike. Di fîlmê da Gretchen Carlson û Megyn Kellya emekdarên televizyonê û gelek emekdarên din dixebitin ku îstismar û taciza Roger Ailesê karsazê televizyonê îfşa bikin.

Di fîlmê da Nicole Kidman, Charlize Theron, Margot Robbie, John Lithgow, Liv Hewson, Kate McKinnon, Alice Eve, Nazanin Boniadi, Connie Britton, Allison Janney, Ashley Greene û Malcolm McDowell dilîzin.

Di fîlmê da Nicole Kidman rola Gretchen Carlsona şîrovekara televizyonê, Charlize Theron rola Megyn Kellya ji Foxê derbasî NBCyê dibe, Roger Ailes jî rola John Lithgow dilîzin.

- "Ema"

Derhêneriya fîlma "Ema" Pablo Larrainê berê fîlmên "Tony Manero", "No" û "Jackie"yê kişandibûn dike.

Di fîlmê da Mariana Di Girolamo, Santiago Cabrera, Josefina Fiebelkorn, Giannina Fruttero, Gael Garcia Bernal dilîzin.

Senaryoya fîlmê bi destê Alejandro Moreno û Guillermo Calderon hatiye nivîsandin

- "Paranormal Chat"

Derhêneriya fîlma "Paranormal Chat" Matthew Solomon dike û di fîlmê da sîxurek li înternetê kontrolan dike û rastî axaftineke dîtbarî tê û li ser wê bûyer dest pê dikin.

- "Kerê Qral"

Derhêneirya "Kerê Qral" a fîlma anîmasyonê Aziz Jindanî dike, di fîlmê da Manguyê kerê macerahez derdikeve rêwîtiyê û carê mêze dike ku bûye welîehdê qralekî.

- "Elfland - "Dedektîfên Sala Teze"

Derhêneriya "Elfland - "Dedektîfên Sala Teze" ya fîlma anîmasyonê Logan Spence dike. Di fîlmê da xizanga Noel Baba winda dibe û ekîba ji 3 dedektîfan pêk tê li xizangê digerin da ku bibînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE