Vê hefteyê 9 fîlm dikevin vîzyonê

Vê hefteyê 4ê wan xwemalî 9 fîlm ew ê bikevin vîzyonê.

Vê hefteyê 9 fîlm dikevin vîzyonê

Vê hefteyê 4ê wan xwemalî 9 fîlm ew ê bikevin vîzyona sînemeyên Tirkiyeyê.

Derhêneriya fîlma "Sitêrkek tê Dinyayê" Bradley Cooper dike û bi Lady Gagyê ra di fîlmê da dilîze.

Xêncî herdu lîstikvanan Sam Elliott, Dave Chappelle, Anthony Ramos û Bonnie Somerville jî di vê fîlmê da dilîzin. Senaryoya fîlmê bi destê Bradley Cooper, Will Fetters û Eric Roth hat nivîsandin.

- "Li Hîvê Merivê Ewil"

Derhêneriya fîlma "Li Hîvê Merivê Ewil" Damien Chazelle dike û di fîlmê da Ryan Gosling, Claire Foy, Kyle Chandler, Pablo Schreiber, Ciaran Hinds, Jason Clarke, Ethan Embry, Corey Stoll, Christopher Abbott û Lukas Haas dilîzin.

Di fîlmê da qala serpêhatiyên Neîl Armstrongê di sala 1969an da derkete hîvê dikin.

- "Mamosteya Pêşdibistanê"

Di fîlma "Mamosteya Pêşdibistanê" da qala mamosteyekê dike ku xwedî wê baweriyê ye ku xwendekarekî wê zehf serwext e. Mamosteyê ev ji xwe ra xistiye nexweşî û ketiye pey serwextiya xwendekar.

Derhêneriya fîlma "Mamosteya Pêşdibistanê" Sara Colangelo dike û di fîlmê da Maggie Gyllenhaal, Gael Garcia Bernal, Rosa Salazar, Michael Chernus, Anna Baryshnikov, Ajay Naidu û Parker Sevak dilîzin.

- "Festivala Dojehê"

Derhêneriya fîlma "Festivala Dojehê" Gregory Plotkin dike û di fîlmê da Bex Taylor-Klaus, Reign Edwards, Amy Forsyth û Christian James dilîzin.

Di fîlmê da qala bûyerên tên serê komek ciwanên çûne Cejna Pîrebokan dikin.

- "Cînara Min a Ezîz"

Senaryoya fîlma "Cînara Min a Ezîz" bi destê Selcan Ozgur û Onur Unlu hat nivîsandin û derhêneriya fîlmê jî A. Taner Elhan dike.

Di fîlmê da Selin Şekerci, Sezin Akbaşogullari, Selim Bayraktar, Erkan Can, Emre Altug, Serap Matyaş, Ozan Bilen û Ayşen Gruda dilîzin, muzîka fîlmê jî bi destê Baba Zula, Ayşe Onder û Umit Onder hat çêkirin.

- "Kewş"

Derhêneriya fîlma "Kewş"ê Volkan Kocaturk dike û di fîlmê da Burak Can, Sude Zulal Guler, Îbrahim Yildiz, Yurdaer Okur, Ruzgar Aksoy û Pelin Akil dilîzin.

- "El Ummar"

Derhêneriya fîlma "El Ummar"ê Tuncer Gurbuz dike û di fîlmê da Mustafa Miraç Kaya, Emin Gumuşkaya, Aysun Guven, Esra Oztop, Zeynep Şahin, Madina Normatova û Can Şallioglu dilîzin.

Di fîlmê da qala merivekî li cem pîrika xwe ya ku sêrên nebaş dike dimîne tê kirin.

- "Anons"

Derhêneriya fîlma "Anons"ê Mahmut Fazil Coşkun dike. Fîlm ev cara duduyan e ku dikeve vîzyonê. Di fîlmê da qala rêwîtiya şevekê ya 4 eskerên ji artêşê hatine avêtin tê kirin."

- "Prensê Berfan Ellîot"

Derhêneriya "Prensê Berfan Ellîot" a fîlma anîmasyon Jennifer Westcott dike. Di anîmasyonê da qala Ellîotê hespê mînyatur û Hazela hevala wî dikin.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE