Vê hefteyê 9 fîlm wê bikevin vîzyonê

"Rêhevalên Ezîz" ku derhêneriya wê ji hêla Andrey Konchalovskiy hat kirin ku kesekî naskirî yê sînemaya Ûris e dê derkeve pêşberî temaşevanan

Vê hefteyê 9 fîlm wê bikevin vîzyonê

 Li Tirkiyeyê di salonên sînemayê da vê hefteyê 5 jê xwemalî 9 fîlm dê bikevin vîzyonê.

"Ji Bo Mirinê Wext Nîne" ku Cary Joji Fukunaga derhênerê wê ye û Daniel Craig, Ana de Armas, Rami Malek, Ralph Fiennes û Ben Whishaw tê da leyîstin, dê derkeve pêşberî temaşevanan.

Daniel Craig di çar fîlmên dawîn da wekî "007 James Bond" derket pêşberî temaşevanên sînemayê di vê fîlma aksiyon û macera da jî wekî cara dawîn di heman rolê da dileyîze.

"Bêhna Xwe Bigire 2"

Fîlma "Bêhna Xwe Bigire 2" ku kesên wekî Stephen Lang, Madelyn Grace, Adam Young, Brendan Sexton û Bobby Schofield wekî serleheng in, derhêneriya wê ji hêla Rodo Sayagues hat kirin.

 "Rêhevalên Ezîz"

Derhêneriya "Rêhevalên Ezîz" ji hêla Andrey Konchalovskiy hat kirin ku kesekî naskirî yê sînemaya Ûris e.

Di fîlmê da lîstikvanên wekî Yuliya Vysotskaya, Vladislav Komarov, Andrey Gusev, Yuliya Burova û Sergei Erlish di rolên sereke da dileyîzin. Fîlm li ser rûpeleke herî xwînî ya dîroka Yekîtiya Sovyetê disekine.

Fîlma ku di 1962yan da derbas dibe, li ser qetlîama karkeran a li bajarê Novoçerkasskê yê Rûsyayê hûr dibe.

"Mufreze"

Enes Bîlal Taşçi derhêneriya vê fîlmê dike û Îsmaîl Hakki, Sera Tokdemir, Emrah Gîrgîn, Rabîa Yalçin û Serkan Kuru tê da dileyîzin.

Îsmet Emîr Bublîş senaryoya wê nivîsiye û tê da yekîneyeke eskerî zarokekî piçûk ê ku li gundekî Hekariyê dijî xelas dike.

"Nêçîr"

Di vê fîlmê da kesên wekî Bîllur Melîs Koç, Ahmet Rifat Şungar, Yagiz Can Konyali, Adam Bay û Emre Yetîm serleheng in û Emre Akay derhêneriya wê kiriye.

Cureya fîlmê rageşî ye û tê da polêsek davêje ser warekî û hevalê keçika bi navê Ayşeyê tê kuştin. Fîlm li ser têkoşîna kesên ku pey Ayşeyê ne disekine.

"Tolhildan: Serşûştina Bi Ava Sar"

Engîn Akyildirim derhêneriya fîlmê kiriye û Gumrah Tolu, Sezen Aşirt û Alpay Atîlla tê da dileyîzin. Li ser çîroka zilamekî ku jin û keça wî hatine kuştin û li peyê tola xwe ketiye, disekine.

"Nêçîrvan Kehaneta Ewil"

Onur Aldogan derhêneriya fîlmê kiriye û kesên wekî Gurbey Îlerî, Bulent Çetînaslan, Turabî Çamkiran, Ferzan Hekîmoglu û Levent Sulun tê da dileyîzin. Fîlm li ser bûyerên ku tên serê xwendekarekî arkeolojiyê disekine.

"Pirtûka Cinan"

Di fîlm da Rasul Kulîev, Derya Acar, Sarkhan Shkhiyevv, Elîf Şahin û Halîl Kumova tê da dileyîzin û Hakan Aydin derhêneriya wê kiriye. Cureya fîlmê tirsnak e û çar xwendekarên zanîngehê artêşeke cinan şiyar dikin û bûyer dest pê dikin.

 "Kûçikê Super û Pişîka Turbo"

Ben Smith derhêneriya vê fîlma anîmasyon kiriye û tê da li ser çîroka Buddyê ku 50 salên xwe li fezayê derbas kiriye û paşê vegeriyaye ser rûyê erdê, lê êdî tu derê nas nake. Felix jî di fîlmê da alîkariya Buddy dike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE