Li salonên sînemayê vê hefteyê jê 6 xwemalî 9 fîlm wê bikevin vîzyonê.
Fîlma bi navê "Stêrk jî Dixûricin" ya ku derhênerê wê Gunay Gunaydin e wê bê nîşandan.
Cureya fîlmê komedî ye û lîstikvanên wê jî Cem Kiliç, Ceyda Olguner, Cezmî Baskin, Hakan Burak Bozdogan û Muge Coşkun in.
Di fîlmê da serpêhatiyên hunermendekî popstarê yê ku 6 mehan mecbur dimîne ku li gundekî bijî tên behskirin.
Enîs Ozkan û Murat Çîçek çêkerên fîlmê ne û fîlm li gundê Înalê ya Osmancika navçeya Çorumê û Stenbolê hat kişandin.
- "Anka"
Senarîstê fîlma bi navê "Anka" yê Ozan Akbaba û çêkerê wê jî Mûşvîk Guluzade ye.
Lîstikvanên fîlmê Ozan Akbaba, Serdar Orçîn, Atîlla Şendîl, Engîn Hepîlerî, Denîz Işin û Ugur Uzunel in.
Di fîlmê da endamên malbata Murad dema ew biçûk e di qezayekê da dimirin û ew bi vê travmayê va mezin dibe, lê aliyekî din va jî di pêşbirkên wesayîtan da hewl dide navê xwe bide bihîstin.
- "Hadê Lo"
Fîlma ku cureya wê komedî ye behsa çîroka Tevfîk dike ku ew ji ber Nîzo û Mistik dikeve nav kar û barên ecêb.
Derhênerê fîlmê Oguz Yalçin, lîstikvanên wê Burçin Bîldîk, Ferdî Sancar, Orhan Uslu, Gunce Mutlu û Ferdî Akarnur in.
- "Bûk"
Derhênerê fîlmê Berkay Berkman e, cureya wê jî tirs e.
Di fîlmê da qîzeke wisa bawer dike ku bi yekî rûhanî ra zewiciye heye û rojnamevanek diçe der barê wê da lêkolînan dike.
Îrem Kok, Necla Kondak, Berkay Berkman û Alp Taş serlîstikvanên fîlmê ne.
- "Hevdîtina Ewil"
Fîlma "Hevdîtina Ewil" a ku Atilla Barişer senaryoya wê nivîsî û derhêneriya wê hilda ser xwe, di cureya saw û her wiha zanist-sêwirînê da ye. Fîlm qala serpêhatiyên profesorekî dike ku bi tiştên ne zanistî bawer nabe û li mala wî ya li serê çiyayekî, piştî ku bûyerek tê serî, jiyana wî bi temamî diguhere.
Di fîlmê da Bekir Anniak, Bedirhan Barişer, Maksut Kesici, Îrem Akçay û Mehmet Sait Aydin dileyîzin.
- "Drive My Car"
Derhêneriya fîlma "Drive My Car", Ryusuke Hamaguchi hilda ser xwe ku wekî namzedê Japonyayê yê Oscarê ket Lîsteya Kurt a Xelatên Oscarê yên 2022yan.
Fîlm ji festîvalên ku beşdar bû xelatên "Fîlma Herî Baş", "Derhênerê Herî Baş", "Senaryoya Herî Baş" û "Lîstikvanê Herî Baş" wergirtin.
Di fîlma ku ji kurteçîroka Harukî Murakamî bo sînemayê hat veguhestin da Hidetoshi Nishijima, Toko Miura û Masaki Okada wekî serleheng dileyîzin.
- "Meşa Kaosê"
Fîlma "Meşa Kaosê" ya ku Tom Holland, Daisy Ridley û Demian Bichir wekî serleheng tê da dileyîzin, di cureya aksiyon û zanist-sêwirînê da ye.
Fîlm ji pirtûka ewil "The Knife of Never Letting Go" a ji rêzeromana Patrick Ness a bi navê "Chaos Walking"ê bo sînemayê hat veguhestin.
- Fîlmên anîmasyon ên hefteyê dê derkevin pêşberî sînemahezên piçûk
Fîlma anîmasyon "Birayên Hirç: Parqa Macerayê" ku Leon Ding derhêneriya wê kir, qala serpêhatiyên Briar, Bramble û Vickê Êzingvan ên li parqa macerayê ya bi navê Jiyana Wehşî dike.
Fîlma xwemalî ya anîmasyonê "Kaptan Pengu û Hevalên Wî 2" jî ji fîlmên anîmasyonê ye ku vê hefteyê dikeve vîzyonê. Di fîlmê da koma di bin serkêşiya Kaptan Pengu da li ser mijarên qirêjiyê yên ku avûhewayê û her wiha hevsengiya behr û oqyanûsan tehdîd dike, disekine.
AA