Vê hefteyê 10 fîlm dikevin vîzyonê

Vê hefteyê 3yê wan xwemalî 10 fîlm ew ê têkevin vîzyonê.

Vê hefteyê 10 fîlm dikevin vîzyonê

Vê hefteyê 3yê wan xwemalî 10 fîlm ew ê têkevin vîzyona sinemeyên Tirkiyeyê.

Jon Turteltaubê ku derhêneriya fîlmên "Phenomenon" û "National Treasure"yê kiribû vê carê derhêneriya fîlma "Meg: Sawa Di Kûrahiyê Da" dike.

Di fîlma aksiyonê da Jason Statham, Ruby Rose, Rainn Wilson, Cliff Curtis, Robert Taylor û Bingbing Lî dilîzin. Di fîlmê da qala serbazekî behrevaniyê yê ku di bûyerekê da her tiştê xwe da ye der dikin. Bi salan şûnda ji bo wezîfeyê bangî serbaz dikin lê dibê pêşiyê tirsa xwe bişkêne.

- "Sîxurê Ez Firotim"

Derhêneriya fîlma "Sîxurê Ez Firotim" Susanna Fogel dike û di fîlmê da Mila Kunis, Kate McKinnon, Justin Theroux, Gillian Anderson, Sam Heughan û Olafur Darri Olafsson dilîzin.

Di fîlmê qala du hevalan dikin. Hevalek ferq dike ku dilketiyê wê yê berê sîxur e û li ser vê macera dest pê dike.

- "Trêna Mîstîk"

Fîlma "Trêna Mîstîk" a ku derhêneriya wê Jîm Jarmuschê ji pêşîkêşên sînemeya serbixwe ya Amerîkayê dike di sala 1989an da hatiye kişand. Di fîlmê da qala kesên ku li otêlekê tên ba hev dikin.

Di fîlma ku Amerîka û Japonayayê bi hev ra kişandine da Masatoshi Nagase, Yuki Kudo, Screamin Jay Hawkins, Cinque Lee, Rufus Thomas, Jodie Markell, Elizabeth Bracco, Nicoletta Braschi, Tom Noonan, Joe Strummer, Steve Buscemi û Tom Waits dilîzin.

- "Dovlatov"

Derhêneriya fîlma "Dovlatov" Alexey German Jr dike, di fîlmê da Milan Maric, Danila Kozlovsky, Helena Sujecka, Artur Beschastny û Elena Lyadova dilîzin.

Di fîlma ku Rûsya, Sirbistan û Polonyayê bi hev ra kişandine da qala 6 rojên jiyana Sergei Dovlatov tê kirin.

- "Rewşa Xwe Rojane Bike"

Di fîlma "Rewşa Xwe Rojane Bike" da Ross Lynch, Olivia Holt, Harvey Guillen, Courtney Eaton, Gregg Sulkin, Brec Bassinger û Maude Green dilîzin û derhêneriya fîlmê jî Scott Speer dike.

Di fîlmê da qala ciwanekî ku hemû peyamên wî yên di têlefonê da tên serê wî tê kirin.

- "Êrîşa Dînkî"

Derhêneriya fîlma "Êrîşa Dînkî" Dany Boon dike û di fîlmê da Alice Pol, Michel Blanc Yvan Attal û Sabine Azema dilîzin.

Di fîlmê da qala serpêhatiyên jineke tê kirin ku hewl dide tevlî tîma taybet a derdikeve operasyonên xeternak bibe.

- "Şeva Xilas Nabe"

Derhêneriya fîlma "Şeva Xilas Nabe" Brad Baruh dike û di fîlmê da Brea Grant, Alison Haislip, Barbara Crampton, AJ Bowen û Gina Comparetto dilîzin.

Senaryoya fîlmê derhêner Brad Baruh bi xwe nivîsiye û di fîlmê da qala jin û mêrekî ku ji bo dawiya hefteyê bi zarokên xwe ra diçin ciyekê tenha û bûyerên tên serê wan dikin.

- "Jina Mêrkirî"

Derhêneriya "Jina Mêrkirî" Can Evrenol dike û di fîlmê da Clementine Poidatza aktrîsa ji Fransayê, David Sakuraiyê lîstikvanê ji Danîmarkayê û Defne Halman dilîzin.

- "Sera"

Derhêneriya fîlma "Sera"yê Adem Ugur dike û di fîlmê da Denîz Saribaş, Atilgan Gumuş, Cem Ozer, Firat Çologlu û Nehîr Buyukakçay dilîzin.

- "Di Navbera Malbatê Da"

Di fîlma "Di Navbera Malbatê Da" ya ku senaryoya wê Gulse Bîrselê nivîsiye da Engîn Gunaydin, Demet Evgar, Erdal Ozyagcilar, Devrîm Yakut, Şevket Çoruh, Gulse Bîrsel, Ayta Sozerî û Riza Akin dilîzin.

Fîlm ev hefteya 2yan e derdikeve pêşberî temaşavanan.

 

 

AA 

Dîroka nûkirinê: 09 Tebax 2018, 14:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE