Vê hefteyê 8 fîlm dikevin vîzyonê

Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê jê 2 xwemalî,bi tevahî 8 fîlm wê derkevin pêşberî sînemahezan.

Vê hefteyê 8 fîlm dikevin vîzyonê

Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê jê 2 xwemalî,bi tevahî 8 fîlm wê derkevin pêşberî sînemahezan.

- "Cenewarê mîna Frankensteîn"

Derhêneriya fîlma "Cenewarê mîna Frankensteîn" Ozgur Bakar dike û senaryoya fîlmê bi destê Alper Kivilcim hatiye nivîsandin. Di vê fîlma xwemalî da Şevket Çoruh, Ruhî Sari, Bulent Çolak, Ayça Încî, Ugur Serhan, Huseyîn Elmalipinar, Nazli Tosunoglu, Sînan Bengîer û Tuncay Beyazit lîstikvan in.

Çîroka fîlm li Balata navçeya Stenbolê derbas dibe û behsa maceraya kesekî têlefonan difiroşe dike.

- "Perperok"

Fîlma "Perperokan" ev cara duyemîne dikeve vîzyonê. Tolga Karaçelîk derhêneriya fîlmê dike û fîlmê di beşa Sînemaya Dinyayê ya Mihrîcana Fîlmên Sundanceyê da "Xelata Mezin a Juriyê" qezenc kiribû.

Di fîlmê da Tolga Tekîn, Bartu Kucukçaglayan, Tugçe Altug, Serkan Keskîn, Hakan Karsak, Ezgî Mola û Ercan Kesal lîstikvan in.

Fîlm behsa 3 bira û xwîşkên ku piştî 30 salî li ser daxwaza bavê xwe tên gundê xwe û têkiliyên wan yên li wê derê dike.

- "Hişên Tarî"

Fîlma "Hişên Tarî" ji romana Alexandra Brackenê hatiye girtin û derhêneriya fîlmê Jennîfer Yuh Nelson kiriye. Di fîlmê da Mandy Moore, Amandla Stenberg, Patrîck Gîbson û Harrîs Dîckînson dileyîzin. Fîlm li Amerîkayê behsa nexweşiya webayê û komeke ciwanan ku bi saxî ji vê nexweşiyê filitîne û dixwazin xwe ji vê nexweşiyê biparêzin, dike.

- "Eva"

Fîlma "Eva"yê niha li Mihrîcana Fîlman ya Berlînê ya 68emîn ji bona xelata "Hirça Zêrîn" di pêşbaziyê de ye. Fîlm behsa têkiliya du merivên ku xwedî karakterên cuda ne dike.

Derhêneriya fîlmê ji hêla Benoît Jacquot va hat kirin û lîstikvanên wekî Isabelle Huppert, Gaspard Ullîel û Julîa Roy dileyîzin.

- "Chrîstopher Robîn"

Derhêneriya fîlmê ji hêla Marc Forster va hat kirin û lîstikvanên wekî Ewan McGregor, Hayley Atwell, Mark Gatîss û Adrîan Scarborough di fîlmê da dileyîzin.

Fîlm behsa jiyana Chrîstopher Robînê ku ji karê xwe nerazî ye dike. Chrîstopher Robîn gava ku malbata xwe re dijî rastî hevalên xwe yên ku zaroktiyê tê û çîrok ji vir şûn da dewam dike.

- "Deriyê Şeytan"

Di fîlma "Deriyê Şeytan" da Amanda Schull, Shawn Ashmore, Mîlo Ventîmîglîa û Brîdget Regan dileyîzin.

Senaryo ji hêla Peter Aperlo va hat nivîsandin û derhêneriya fîlmê Clay Staub dike. Fîlm behsa lêkolînên du sîxuran dike ku ji bona dayik û kurê wê yê wenda dixebitin.

- "Di bin sifirê da: Mucîzeya li Çiyê"

Fîlm aksiyon e û senaryo jî ji ber pirtûka "Di bin sifirê da: Mucîzeya li Çiyê" ya ku Erîc LeMarque nivîsandiye hatiye girtin.

Derhêneriya fîlmê Scott Waugh dike û di fîlm da Josh Hartnett, Mîra Sorvîno, Sarah Dumont, Kale Culley, Jason Cottle û Austîn R. Grant dileyîzin. Fîlm behsa werzişkarekî olîmpîk yê ku li çiyê dijî û bûyerên li wê derê tên serê wî dike.

- "Fîlma Tîtanên Ciwan"

"Fîlma Tîtanên Ciwan" fîlmeke anîmasyon e û derhêneriya wê Aaron Horvath û Peter Rîda Mîchaîl dike. Fîlm behsa têkoşîna tîtanên ciwan yên dijî kesên xirab yên ku dixwazin dinyayê dagir bikin dike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE