Li herêmê tizbîh çandeke pir kevnare ye. Di destê piraniya zilaman de tizbîhên rengo rengo hene. Lê şewba vîrûsa koronayê weke gelek sektoran li sektora tizbîhan jî xist. Tizbîhfiroş dibêjin ‘’kar çênabe’’ welatî jî nahêlin kes destê xwe bide tizbîhên wan.
Li Kızıltepeya Mardînê, ji ber şewbê firotin û kirîna tizbîhan jî kêm bû.
Ji ber ku nexweşî ji destan jî derbas dibe, welatî gelek baldar in.
Dibêjin ‘’em nahêlin kes destê xwe bide tizbîhên me’’
Tizbîhfiroş jî li bende ne ku hêza şewbê bi temamî bişikê û karê wan bibe wekî bere.