Li Erdîşa Wanê navendeke din a piştgiriya malbatê hat vekirin. Jin û keçikên Erdîşê li vê navendê wê beşdarî qursên cur bi cur bibin. Kursiyer wê him hunerê hîn dibin, him jî bi qezenca xwe alî malbatên xwe dikin.
ADEM ango navenda piştgiriya malbatê, bi qursên karên destan xizmetê dide jin û keçên bêderfet.
Her sal bi hezaran jin û keçik beşdarî van kursan dibin û him kar hîn dibin him jî pereyan qezenc dikin.
Li Erdîşa Wanê 5 navendên piştgiriya malbatê hebûn. Ji wan yeka din hat vekirin.
Parlamenterê Wanê yê Ak Partiyê ABDULAHAT ARVAS û gelek rayederên bajêr jî beşdarî merasîma vekirinê bûn.
Kursiyer bi xêra kursê alîkariya malbatên xwe dikin, însanan nas dikin û bîna wan fireh dibe.
Bi saya van qursan hînî karekî dibin û xwe ji bo pêşerojê amade dikin.