Ferhan Şensoyê lîstikvanê televizyon, sîneme, şanoyê, senarîst, nivîskar, helbestvan û avakerê Şanoya Ortaoyuncularê di 70 saliya xwe da mir.
Derya Baykala hevjîna wî ya berê li ser medyaya civakî daxuyanî da û got, "Hosteyên min û bavê keçên min mir, em gelekî xemgîn in."
Hunermendê ku li Fakulteya Tibbê ya Zanîngeha Stenbolê dihat dermankirin bi şev di saet 02.30î da mir.
Şensoy Şanoya Ortaoyuncularê di sala 1980yî da ava kir, di sala 1989an da Qawuxê ji Hesen Efendiyê Keçel hetanî roja me hatiye ji Munîr Ozkul dewr hildabû. Şensoy ew Qawuxê ku ji bo şanoya Tirkiyeyê giring e di sala 2016an da dewrî Rasîm Oztekîn kiribû.
Li ber destê Şensoy gelek lîstikvan perwerde bûn.AA