Mamoste Arzu Çayır beriya ku biçe rehma xwedê, di wesiyeta xwe de xwest nêzî hezar pirtûkên wê bên bexşandin dibistanekê. Malbata wê wesiyeta wê anî cih. Xwendekar û mamosteyên mektebê her roj tên cem hev û niha pirtûkên wê dixwînin.
Yek bi yek berhev kiribû…Nêzî hezar pirtûkên wê hebûn…
Ev hemû pirtûk ên mamosteya teqawid Arzu Çayırê bûn.
Beriya ku wefat bike, wesiyet kiribû û gotibû “bila hemû pirtûkên min bên bexşandin dibistanekê.”
Malbata wê jî wesiyeta wê anî cih û pirtûkên wê teslîmî Lîseya Teknîk û Pîşeyê ya Telkariya Midyatê kir.
Niha xwendekar û mamosteyên mektebê her roj tên cem hev û pirtûkên mamoste Arzu Çayirê dixwînin.