Wezareta Çand û Turîzmê wê ji 5 milyon lireyî zêdetir piştgiriyê bide belgefîlman

Wezareta Çand û Turîzmê wê ji 5 milyon lireyî zêdetir piştgiriyê bide belgefîlman

Wezareta Çand û Turîzmê biryar da ku 5 milyon û 268 hezar lire piştgiriyê bidin 65 projeyên belgefîlman.

Di daxuyaniya wezaretê da hat destnîşankirin ku Lijneya Piştgiriya Sînemayê ya ji 8 kesan pêk tê û nûnerên sektorê jî tê da cî digrin di civîna çaran a 2021ê da 324 projeyên belgefîlmê nirxandin. Lijneyê biryar da ku 5 milyon û 268 hezar lire piştgiriyê bidin 65 projeyên belgefîlmê. Bi vî awayî piştgiriya di sala 2021ê da wezaretê bide sektora sînemayê gihîşte 48 milyon lireyî.

Wezaretê di çarçoveya "Piştgiriya Nîşandana Fîlmên Xwemalî" da 15,9 milyon lire piştgirî dabû saziyên sînemayê yên ku ji ber nexweşiyê salonên wan gelekî girtî man. Wezaretê ji bo senaryo, kurtefîlm, anîmasyon û pêşxistina projeyan jî milyonek û 782 hezar lire piştgirî dabû 88 projeyan.

Piştgiriya wezaretê dabû fîlm, fîlmên sînemayê yên ewil, belavkirin, danasîna fîlman û ji bo 26 projeyan 25 milyon û 50 lire piştgirî dabû.

Serlêdanên teze ya ji bo piştgiriya sînemayê ew ê di 30yê hezîranê da dest pê bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE