Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy li Diyarbekirê beşdarî bernameya ku berhemên ji Kela Zerzevanê hatine derxistin tên pêşandan bû.
Ersoy ewil beşdarî merasima vekirina Pêşangeha Wêneyan a Kela Zerzevanê ya Garnîzona Sînorê Romayê bû.
Wezîr Ersoy paşê berhemên li muzeyê yên ji Kela Zerzevanê hatine derxistin nihêrî û ji Serokê Heyeta Vekolanê û Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Aytaç Coşkun der barê berheman da agahî hilda.
Ersoy eleqe nîşanî sîtila waftîzê ya pîroz a 1500 salî ya dêra li Kela Zerzevanê da û ji rayedaran agahî hilda.
Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, Parlamenterên AK Partiyê yên Diyarbekirê Oya Eronat û Ebubekir Bal, Qaymeqamê Sûrê û Cigirserokê Şaredar Abdullah Çîftçî û Serokê Diyarbekirê yê AK Partiyê Muhammet Şerîf Aydin jî beşdarî bernameyê bûn.