Wezîr Ersoy:Neqaşên me wê êdî mîrata dinyayê neqiş bikin

"Ew çanda dewlemend a ku Turkiye xwedî ye em ê him di qada neteweyî û him jî di ya navneteweyî da biparêzin, lê xwedî derbikevin û bidin nasandin."

Wezîr Ersoy:Neqaşên me wê êdî mîrata dinyayê neqiş bikin

Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy diyar kir mînyatura hunera neqşê ya qlasîk a Tirk ku mîrateyên çandî û dîrokî radixe pêş çavan wek mîrateke dinyê di nav Lîsteya Temsîlî ya Mîrata Çandinî ya Neberbiçav a Mirovahiyê ya UNESCOyê da hat qeydkirin.

Wezareta Çand û Turîzmê di daxuyaniya weşand da ragihand ku hunera mînyaturê li Parîsa paytextê Fransayê di Civîna Komîteya Navhikûmetan a 15mîn a Mîratên Çandî yên Neberbiçav a UNESCOyê da bi yek dengî tevlî nav Lîsteya Temsîlî ya Mîrata Çandinî ya Neberbiçav a Mirovahiyê ya UNESCOyê kirin.

Di daxuyaniyê da nirxandina Wezîr Ersoy jî hat dayîn û wî jî got: "Mînyatura hunera neqşê ya qlasîk a Tirk ku mîrateyên çandî û dîrokî radixe pêş çavan wek mîrateke dinyê di nav Lîsteya Temsîlî ya Mîrata Çandinî ya Neberbiçav a Mirovahiyê ya UNESCOyê da hat qeydkirin. Neqaşên me wê êdî mîrata dinyayê neqiş bikin."

Di berdewamiya axaftina xwe da Ersoy got: "Ew çanda dewlemend a ku Turkiye xwedî ye em ê him di qada neteweyî û him jî di ya navneteweyî da biparêzin, lê xwedî derbikevin û bidin nasandin. Ev huner bi tenê ne li Turkiyeyê li ser axa çandê jî xwedî nirxeke çandinî û dîrokî ye."

Wezîr Ersoy ragihand ku ji ber mînyatur wek mîrata dinyayê hat îlankirin ew jî ji ber vê yekê pir serbilind bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE