Wênegira 9 salî pêşaneya resman vekir 

wênegira ku heta niha bi hezaran resm kişandine, li navenda çandê ya Tetwanê pêşane vekir. 

Wênegira 9 salî pêşaneya resman vekir 

Mualla Gulfem Kuluya 9 salî ku li Tetwana Bilîsê dijî, wekî wênegirên profesyonel resman digire.  

wênegira ku heta niha bi hezaran resm kişandine, li navenda çandê ya Tetwanê pêşane vekir. 

di serî de qeymeqamê navçeyê, gelek kes ji bo dîtina resmên keçikê li pêşaneyê geriyan. 

Hêj 9 salî ye...

Lê wekî wênegireke profesyonel resmên xweşik digire. 

Wênegira biçûk Mualla Gülfem Kuluya ku li Tetwanê dijî bi resmên ku kişandine li Navenda Çandê ya bajêr pêşane vekir. 

"Ez 4 sal in resman dikişînim. di serî de min bi malbata xwe re wêne digirtin, lê paşê min bi pereyê xwe kamerayek kirî û dest bi vî karî kir.”  

Qeymeqamê Tetwanê û Alîkarê Waliyê Bilîsê jî ji bo piştgiriyê beşdarî pêşaneya wênegira biçûk bûn. 

Resmên Mualayê, ji aliye mêvanan ve gelekî hatin ecibandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE