Li Beytüşşebapa Şırnakê beriya 2 salan jinên Navenda Perwerdeya Gel dest bi çêkirina xalîçeyeke mezin kirin. Xalîçe 2 metre fireh û 5 metre dirêj e. Ji ber ku hemû bi destan tê çêkirin gelek wext lazim e û hêja bi nîvî bûye. Jinêb jîrkî dixwazin bi xalîçeya xwe bikevin pirtûka rekoran a Guinnessê.
Jinên eşîra Jîrkiyan ta bi ta û bi bêhneke fireh li ser xalîçeyekê dixebitin.
Ev xalîçe dê bibe xalîçeya herî mezin a Türkiyeyê.
Jinên Navenda Perwerdeya Gel a Beytüşşebapa Şırnakê, beriya 2 salan dest bi çêkirina xalîçeyê kirin. Xebata wan hêj jî dewam dike.
Xalîçe 2 metre fireh û 5 metre dirêj e. Li sere motîfên Kurmancî hene.
Ji ber şewba koronayê xebata çêkirina xalîçeyê giran dimeşe.
Lê jinên Beytüşşebapî dixwazin xalîçeya xwe çêkin û pê bikevin pirtûka rekoran a Guinnessê.