Xalîçêkeriya bi usûlên berê

Xalîkarê 79 salî Yaşar di tezgeha 100 salî de xaliyan çêdike û difiroşe.

Li Dîlokê Xalîçêkerê 79 salî Yaşar Elbir ev 26 sal in ku di tezgeha xwe ya 100 salî de, bi usûlên berê xaliyan çêdike. Hosteyê bisalan xaliyên xwe dişîne derve jî. Elbir gelekî dixwaze ku ciwan wekî wî bi usûlên berê xaliyan çêkin.

Hin meslek hene ku êdî zêde najîn û ber eksê wê ber bi windabûnê ve diçin.

Yek ji wan jî xalîkariya bi usûlên berê ye.

Lê hosteyê salan Yaşar Elbirê Dîlokî ji bo hunera xalîçêkeriyê winda nebe bi dil û can dixebite.

Hoste Yaşar ev 26 sal in ku di tezgeha xwe de bi usûlên berê xaliyan çêdike.

Elbirê 79 salî xaliyên xwe dişîne bajarên navwelêt û welatên din.

Hoste Yaşar niha gelek dixwaze ku ciwan jî wekî wî hînî hunerê bibin û bi usûlên berê xaliyan çêkin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE