Xana 800 salî ya heyama Eyûbiyan ew ê bibe muzeya îsotê

Xana 800 salî ya heyama Eyûbiyan ew ê bibe muzeya îsotê

Li Herana navçeya Şanliurfayê Xana Barur a 800 salî ya ji heyama Eyûbiyan maye hat restorekirin. Rayedarê li vê derê muzeya îsotan a tovê hemû îsotên li dinyayê tê da hebin, vekin.

Di nav sînorên Anadoluyê da ji heyama Eyûbiyan a bi tenê xanek maye û ew jî Xana Barur e. Di çarçoveya Bernameya Veberhênanê ya Wezareta Çand û Turîzmê da di sala 2018an da dest bi restorasyona xanê kirin û restorasyon hat temamkirin.

Ji bo xan dîsa bixebite Walîtiya Şanliurfayê, Qaymeqamtiya Heranê û Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Bajêr li ser projeyan dixebitin.

Cîhat Koçê Qaymeqamê Heranê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku xebatên restorekirina Xana Barur hatin temamkirin.

Koç got ji bo xan dîsa bixebite planan amade dikin ku li vê derê muzeya îsotê, otêla servekirî, navenda qonaxê çêbikin û wiha axivî: "Armanca me ew e ku ne bi tenê Xana Barur herêma dorberê jî vegerînin ciyekî çalak."

Koç got dixwazin li vê derê muzeyeke li dinyayê tê zanîn ava bikin û wiha pê da çû:

"Li muzeya îsotê bi tenê îsotên Şanliurfayê neyên rayêdan, di heman demê da îsot û baharatên Hindistan, Çîn û welatên dijî ew ê li vê derê werin rayêdan. Wekî mayîn armanca me ew e ku li gor eslê wê jî xanê bixebitînin. Xan berê li ser rêya hevirmişê bû û îro li ser rêya turîzmê ye."

Koç axaftina xwe wiha domand: "Di nav vê destînasyonê da ji bo mayîna turîstan û bêhndayînê em ê cih çêkin. Em ê li çar aliyê xanê cihên rûniştinê çêkin. Ev der wê ji bo mêvanên me xizmetê bike."

Koç destnîşan kir ku projeya muzeya îsotê ya ji alî Walîtiyê va tê birêvebirin li ber qedandinê ye û ew dixwezan Şikeftên Bazdayê jî vekin û têxin xizmeta turîzmê."

- "Wê bibe mîna heyama berê"

Serokê Beşa Fakulteya Mîmariyê ya Zanîngeha Heranê Doç. Dr. Mustafa Guler got ku ji sala 1991ê vir va ew der heqê vê xanê da xebatên akademîk dikin û li gor kîtabeyê ev xan di heyama Eyûbiyan da ji alî Hisamedîn Elî va di navbera sala 121-1220î da hatiye çêkirin.

Guler destnîşan kir ku di nav sînorên Anadoluyê da xana ji heyama Eyûbiyan maye bi tenê ev e û wiha domand: "Ji hêla mîmarî va ev xan ya heyama Eyûbiyan e. Ji ber ku demeke dirêj bêxwedî maye hin cihên wê hilweşiyane û xebatên restorasyonê bi qasî 2 salan dewam kirin û dema biqede jî wê bibe mîna ya berê hatiye çêkirin."

Guler got ku li pêşiya xanê bîreke 118 metre kûr ya ku wê demê hatiye kolandin heye û ji bo vekirina wê jî wê xebat bên kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE