Mîmariya sivîl a Diyarbekirê di dinyayê de taybet e. Xaniyên bihewş ên ku 300-400 sal berê hatine avakirin êdî wek muze tên bikaranîn. Turistên ku tên bajêr heyrana malên Diyarbekirê dimînin.
Diyarbekir ji zêdetirî 33 qewma re mazûvanî kiriye.
Ameda qedîm bi mîmariya xwe ya sivîl bajarekî yekta ye.
Taybetmendiya xaniyên Diyarbekirê hewşên wan in. Xaniyên ku bi kevirên reş û motîvên cuda hatine avakirin, li gorî 4 demsalan hatine plankirin.
Xaniyên kevnar ên mîna Qesra Mala Cemîl Paşa, Mala Dengbêjan, mala helbestvanên navdar Cahît Sitki Taranci, Ahmet Arîf û Ziya Gokalp îro wek muzexane tên bikaranîn.
Turîstên xwemalî û biyanî dema ku li malên bihewş digerin heyran dimînin.