Xaniyên ku zirarê dide dîroka Herranê tên xirakirin

Ji bo ew çand winda nebe xaniyên li dora wan tên xirakirin. Niha ji bo ku ew xaniyên dîrokî winda nebin Şaraderê nû yê Herranê Mahmut Özyavuz dest bi xebatan kir.

Xaniyên ku zirarê dide dîroka Herranê tên xirakirin

Li navçeya Herrana Rihayê ji bo restorasyona xaniyên dîrokî xebat berdewam in. Li navçeyê ji bo ku dîroka xaniyên bı kubbeyî winda nebe, xaniyên li derdora wan yek bi yek tên hilweşandin.

Xaniyên Herranê yanê Xaniyên bikubbe…

Bi rastî him bi dîroka xwe him jî bi mîmariya xwe gelekî bi nav û deng in.

Lê li derdora wan xaniyên dîrokî gelek xanî hatibûn çêkirin.

Niha ji bo ku ew xaniyên dîrokî winda nebin Şaraderê nû yê Herranê Mahmut Özyavuz dest bi xebatan kir.

Bi wesaîdên kar xaniyên der û dorê yek bi yek tên hilweşandin.

Bi vê yekê dê him dîroka wan winda nebe him jî zêdetir turîst bên serdanê.

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE