Xebata ji bo berhemên dîrokî

Ji bo berhemên dîrokî neyên jibîrkirin maketên wan tên çêkirin

Xebata ji bo berhemên dîrokî

Li Batmanê welatiyê bi navê Selahattin Cihan ev 5 sal in ku ji bo berhemên kevnare yên wekî Heskîf, Mescîda Heram û Kiz Kulesî neyên ji bîrkirin, maketên wan çêdike. Her wiha cîhan dema van maketan çêdike jî teknolojiyên herî nû bi kar tîne.

Maketên Heskîf, ya Mescîda Heram, Anıtkarbir, Kız Kulesi û yên din…

Ev dîmen ji atolyeyeke maketan a li navenda Êlihê ne.

Maketên gelek xweşik ji aliyê welatiyê bi navê Selahattin Cihan ve yek bi yek tên çêkirin.

Cihan ji bo ku berhemên dîrokî yên çar aliyên Tirkiyeyê neyên jibîrkirin, beriya 5 salan dest bi çêkirina maketên wan kirin.

Niha Hoste Selahattin ji xwe re atolyeyekê vekiriye û her roj maketên berhemên dîrokî çêdike.

Êlihî jî ji ber xebatên wî gelek kêfxweş in.

Hoste Selahattin Cihan dibêje ku çêkirina maketa berhemekê ji 3 rojan heta 2 mehan dewam dike.

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE