Xebatên li ser Urartuyan tên kirin dîrokê ronî dikin

Li Wanê xebatên kolandinê yên li ser kelehên Ayanîs, Wan û Çavuştepeyê dewam dikin.

Xebatên li ser Urartuyan tên kirin dîrokê ronî dikin

Li kelehên Ayanîs, Wan û Çavuştepeyê yên ku ji dema Urartuyan mane û bermayiyên girîng di xwe de dihewînin, xebatên kolandinê dewam dikin.

Li Keleha Ayanîsê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.

Hîndekarê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Ataturkê Prof. Dr. Mehmet Işikli der barê xebatên arkeolojiyê de agahî dan.

Işikli got xebatên li vir tên kirin ji hêla zanist û turîzmê va pir girîng in û wiha axivî: "Bi budçeyeke kêm û fedakariyeke mezin ev xebat tên kirin. Bi saya piştgiriyan em karê xwe baştir dikin. Hewcedariya me bi organîzasyonekê heye ku em van xebatan bigihînin qadeke navneteweyî. Li paytexta Urartuyê heke komxebatek çêbibe wê baş be û ev pir girîng e jî. Sala bê înşallah emê komxabeteke ku mazuwaniya bi sedan kesên herêmî û biyanî dike li dar bixin."

Prof. Dr. Rafet Çavuşogluyê Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê yê ku serokatiya xebatên li Keleha Çavuştepeyê dike jî got li 3 navendên Wanê yên ku 250 salan ji Urartuyan re paytextî kirine xebat tên meşandin.

Çavuşoglu got ew xebateke kûr û hesas dimeşînin ku bermayiyan derxin roja me û wiha axivî: "Me li Çavuştepeyê bermayiyên 13 pezkoviyên sor dîtin. Ev nîşan dide ku berê gelek cure heywan hebûn, heta wisa ku em rastî bermayiyên hin heywanên koka wan qeliyane jî hatin. Taybetmendiyeke din a girîng jî ew e ku Keleha Çavuştepeyê teqabilê heyama herî xurt a Urartuyan dike. Keleh di heyama Sardurê 2yemîn de li Deşta Gurpinarê hatiye avakirin. Dîwarên kelehê bi tevahî derketin holê."

Midûrê Dîrok û Arkeolojiyê ya Herêma Wanê yê Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê Doç. Dr. Erkan Konyar jî wek serokê xebatên li Keleha Wanê dixebite.

Konyar anî ziman bi saya xebatên ji salên 1950î vir ve tên kirin der barê Qraltiya Urartuyan de agahiyên girîng tên bidestxistin.

Konyar behsa konferanseke navneteweyî ya der barê Urartiyan de kir û got di dahatûyê de xebateke wiha wê bê kirin.

Konyar destnîşan kir xebatên tên kirin ji bo Anadoluyê pir girîng in û di destê wan de agahiyên biqîmet kom bûne.

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Tebax 2018, 10:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE