Xebatên arkeolojîk ên 12 salan

Ji bo berhemên dîrokî di bin Ava Ilısuyê de nemînin xebat qediyan

Xebatên arkeolojîk ên 12 salan

Li Sêrtê ev demek e ku li bendava Ilısuyê av tê girtin û her ku diçe av bilind dibe.

Ji bo ku nîşaneyên dîroka qedîm di bin avê de nemînin ji sala 2007an vir ve xebatên arkeolojîk tên kirin.

Piştî 12 salan êdî ev xebat hema hema temam bûn.

Li nêzikî Çemê Botan û Çemê Başûr gelek berhemnên dîrokî derketin holê û ev berhem derbarê şaristaniyên li ser van axan de gelek agahiyan nîşan didin.

Doç. Dr. Haluk Sağlamtemur got,“Me li derdorê Sêrtê di sala 2007an de dest bi xebatên vekolandina arkeolojîk kirin. Berhemên ku derketine holê ji beriya zayînê 7 hezar sal û heta niha kîjan şaristanî ava bûne nîşanê me didin. Bi taybetî me mexberên qralan dîtin ku 3 hezar sal beriya zayînê hatine çêkirin. He hewl da û xîret kir da ku ev berhemên dîrokî di bin avê de nemînin.”

Di salên bê de ev berhem wê li muzeya Sêrtê bên pêşandan.

Dîroka nûkirinê: 12 îlon 2019, 16:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE