Li bajarê Antîk Perreyê yê Semsûrê li derdora kaniya Romayê xebatên arkeolojîk dewam dikin. Di lêkolînan de îskeletekî hezar salî hat dîtin.
Li bajarê antîk Perreyê yê li Semsûrê bi salan e ku xebatên arkeolojîk tên kirin.
Par xaniyên dora Kaniya Romayê hatibûn hilweşandin û xebatên kolanê dest pê kiribûn.
Di xebatan de îskeletekî mêran hat dîtin. Derket holê ku îskelet hezar salî ye.
Midûrê Muzeya Semsûrê Mehmet Alkan dibêje ev îskelet aîde Dema Romayê ye.
Bi vî awayî li cih û warên bivî engî cara ewil îskeletek hat dîtin.