Xebatên arkeolojîk ên li Karkamişê

Qismekî Arkeoparka Qarqamişê bi merasîmê hat vekirin.

Xebatên arkeolojîk ên li Karkamişê

Li Qarkamişa Entabê, ew 8 sal in xebatên kolandinê yên antîk dewam dikin. Qısmekî Arkeoparka Qarqamişê, bı merasîmekê hat vekırın. Bı saya parka antîk çand û dîroka bajêr wê bê nasîn…

Bajarê Antîk ê Qarqamişê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ye. 8 salan beriya vê ekîbên Îtalya û Tirkiyê dest pê kir, ji wê rojê bi vir ve wê derê dikolin.

Qismekî Arkeoparka Qarqamişê bi merasîmê hat vekirin. Lêkolîner, rayedarên bajêr û gelek welatî beşdarî merasîma vekirinê bûn.

Şaredara Bajarê Mezin ê Entabê Fatma Şahin di merasîma vekirinê de li ser girîngiya xebatên arkeolojiyê peyivî.

Şahin got ”Em îro pir bi kelecan û serbilind in. Îro rojeke girîng e. Bi saya xebatên arkeolojîk derbarê dema hîtîtan de agahiyên nû derketin.”

Waliyê Entabê Davut Gül jî got, li bajarê me hemû rayedar bi hev re tevdigerin. Armanca me pêşketina Entabê ye.

Dîroka nûkirinê: 15 Tîrmeh 2019, 15:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE