Enstituya Gihandinê ya Mêrdînê ji bo berdewamiya çand û hunera herêmê kursên giring vedike. Bi sedan keç û jinên ku beşdarî kursên navendê dibin ji çêkirina xalîçeyan bigirin heta nexşên destan ji çêkirina cil û bergan bigrin heta nexşandina paçan hînî gelek huneran dibin.
Enstituya Gihandinê ya Mêrdînê bi kurs û çalakiyên xwe balê dikişine.
Li enstituyê ji bo berdewamiya çanda herêmê kursên hunerên destkariyê tên vekirin.
Keç û jinên ku beşdarî van kursan dibin, ji çêkirina merşik û xalîçeyan bigirin heta, nexşên ku bi tix û derziyan tên çêkirin di gelek waran de perwerde dibin.
Berhemên ku li vê navendê tên çêkirin di serî de turîstên tên bajêr, bala her kesî dikişînin.