Li Ahlata Bitlisê xebatên ji bo berhemên dîrokî didomin. Di xebatên dawî de hin deverên dîrokî û berhem hatin tespîtkirin.
Ev der Ahlata Bitlisê ye. Bi çand û dîroka xwe gelek kevn û qedîm e.
Niha li navçeyê ji bo diyarkirina berhem û cihên dîrokî xebat bênavber didomin.
Di xebatên dawî de hin dever û berhemên dîrokî hatin tespîtkirin.
Pispor û akademîsyen li herêmê ji bo tespîta berhemên ji heyamên berê bi baldarî dixebitin.
Akamîsyenê Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê Mehmet Kulaz derbarê xebatan de axivî.
‘’Me derbarê Ahlatşahiyan de 3 heyam tespîtkirin. Me li vir, ji heyama hesin, çanda karazê hin berhemên seramîk tespît kirin. Ev yek nîşan dide ku beriya mîladê 3 hezar û 200 salan li vir xelk bicîh bûye.’’