Xebatên ji bo geşkirina turîzma herêmê

Li Hasankeyfê otela ewil a tetbîqê bi merasîmê hat vekirin...

Xebatên ji bo geşkirina turîzma herêmê

Li Heskêfa Batmanê ji bo turîstên ku tên herêmê rehet bikin, ji aliyê Zanîngeha Batmanê otleke tetbîqê hat vekirin. Ji bo otela ku 98 nivînên wê hene li bajêr merasîma vekirinê hat lidarxisiın.

Heskîf, bi dîrok û avahiyên xwe yên qedîm, li dinyayê jî gelek bi nav û deng e.

Her sal bi sed hezaran turîstên xwemalî û biyanî ji bo dîtina wan avahî û qadên dîrokî tên bajêr.

Gelek turîstên tên bajêr dixwazin li vir bimînin, lêbelê kêmasiya otel û cihên mayînê ji bo turîstan dibe zehmetî.

Zanîngeha Batmanê bi alîkariya DİKA’yê ji bo ev kêmasî ji holê rabe li navçeyê oteleke ceribandin û tetbîqê vekir.

Otela ku 98 kes karin lê bimînin wê xizmeteke mezin bide turîzma bajêr.

Dîroka nûkirinê: 12 Mijdar 2019, 16:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE