Xebatên Ji bo Muzeya Sêwregê dewam dikin

Ji bo avakirina muzeyê berhemên kevin û dîrokî tên berhevkirin.

Xebatên Ji bo Muzeya Sêwregê dewam dikin

Li Sêwrega Rihayê di navbera Wezareta Çand û Turîzm û Şaredariya navçeyê de ji bo avakirina muzeya bajêr protokolek hat imzekirin. Niha rêvebir û xebatkarên muzeyê berhemên kevin û dîrokî yên herêmê yek bi yek qeyd dikin û dixin odeya mihefezekirinê.

Li Sêwregê ji bo avakirina muzeya bajêr pêşî protokolek hat imzekirin.

Paşê jî Kordînatoriya Muzeya Bajêr hat avakirin û xebatên avakirina muzeyê dest pê kirin.

Di xebatan de her cure berhemên herêma Sêwregê ewil tên berhevkirin, dûv re jî yek bi yek tên qeydkirin.

Kordînatorê Muzeya Bajêr Cemal Yılmaz Aker ji welatiyan xwest ku tiştên kevin bînin û teslîmî muzeyê bikin.

Hat ragihandin ku heta niha nêzî 600 amûrên dîrokî hatine komkirin.

Rêvebirên Muzeya Bajêr dixwazin bilez muzeya xwe bixin xizmeta gel.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE