Xebatên ji bo restorasyona Xirabreşkê didome

Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Nihat Çiftçi: Em bawer in îsal wê nêzî 2 milyon turîst werin bajarê me

Xebatên ji bo restorasyona Xirabreşkê didome

Serok Recep Tayyip Edoğan eşkere kir ku sala 2019an wê bibe sala xirabreşkê. Piştî vê bıryarê Rihayî pir kêfxweş bûn. Şaredarê Rihayê Nîhat Çîftçî got, ev biryareke pir gırîng e. Em bawer in wê îsal hejmara turîstan bigehîje 2 milyonan.

Xirabreşk pêşî ket nav Lîsteya Miratên Mayînde yên UNESCOyê. Pişt re Serok Recep Tayyip Erdoğan eşkere kir ku dê 2019 bibe sala Xirabreşkê.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Nihat Çiftçi behsa xebatên ji bo restorasyona Xirabreşkê kir û got: “Em ji bo vê biryarê pir kêxfeş in.”

Bi vê qerarê re turîst jî dê bêhtir werin serdana bajarê dîrokî.

Şaredar Çiftçi dibêje bila hemû însan werin vî cihê dîrokî bibînin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE