Xebatên ji bo tûrîzma herêmê

Ji bo ku Şikeftên Ansirê bibin qada tûrîzmê hewl tê dayîn...

Xebatên ji bo tûrîzma herêmê

Li Malatyayê Şikeftên Ansirê yên ji heya beriya dîrokê û heyama hîtîtan, ji bo ku bibin qada tûrîzmê xebat tên kirin. Şikeft 10 kîlometre dûrê navçeya Yazıhanê ne. Bi xebatên Şaredariya Yazıhanê ev der wê bibe qada tûrîzmê.

Di dîrokê de mirovan şikeft jî wek stargehekê bi kar anîne.

Li Yazıhana navçeya Meletiyê Şikeftên Ansirê yên ji heyama beriya dîrokê û heyama Hîtîtan balkêş in. Şikeft ji 3 dêran û nêzî 40 odeyan pêk tên.

Şaredarê Yazıhanê Nevzat Öztürk derheqê şiketan de agahî da.

Şaredariya Yazıhanê ji bo vê qadê 2 milyon lîre mesref kir da ku ev der bibe qada tûrîzmê.

Ji bo çûnûhatinê riyên ji keviran hatin çêkirin, kamelya hatine danîn û pergala ronîkirinê hat çêkirin.

Tê payîn ku ev der heta payîzê ji bo tûrîzmê bi temamî were amadekirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE