Xebatên li sûra dîrokî

Sê deriyên bircan ji bin axê hatin derxistin.

Xebatên li sûra dîrokî

Xebatên li sûra dîrokî berdewam dikin. Roj bi roj berhemên dîrokî ji bin erdê tên derxistin û sûra dîrokî digihêje îhtîşama xwe. Di xebatên dawî de sê deriyên bircan hatin derxistin û deriyê çaran jî li ber derxistinê ye.

Li Sûra Diyarbekirê xebatên kolan û arkeolojiyê berdewam dikin. Şaredariya Diyarbekirê jî îsal ji bo van sûran xebateke mezin daye destpêkirin.

Sûrên dîrokî ji aliyekî ve tê paqijkirin û li aliyekî jî tên restorekirin û roj bi roj berhemên nû derdikevin holê.

Bi paqijkirina axa li dora sûran, deriyên di bin axê de jî yek bi yek derdikevin holê.

Beriya niha jî riya Romayê hatibû derxistin. Piştî paqijkirin û derxistina berheman karê restorasyonê tê kirin.

Piştî paqijkirina dora sûrên tarîxî dê rêyek ji bo ger û geştê bê çêkirin û dê ji bo turîzmê ji welatiyan re were vekirin.

Bi hevkariya Wezareta Çand û Turîzmê û Zanîngeha Dîcleyê dê ev xebatên şûnwarnasiyê 9-10 salan bidomin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE