Xelata Tibê ya Nobelê ya 2021ê David Julius û Ardem Patapoutian qezenc kir

Xelata Tibê ya Nobelê ya 2021ê David Julius û Ardem Patapoutian qezenc kir

David Julius û Ardem Patapoutian ji bo "keşfên xwe yên reseptorên germ û temasê" Xelata Tibê ya Nobelê ya 2021ê qezenc kir.

Serokê Komîteya Nobelê Thomas Perlmann li Stockholmê daxuyanî da û diyar kir, Juliusê fîzyologê Amerîkayî û Patapoutianê biyologê molekulan û zanyarê rehikan ê Amerîkayî îsal wek layîqê xelata tibê hatin dîtin.

Hat gotin ku keşfa Julius û Patapoutian "Di hîskirina germ, serma û hêza mekanîk da bingeha molekulan rave dike û ji razên siruştê yekê derdixe holê", ev ji bo "hîskirin, watedarkirina mirovahiyê û seba qabiliyeta ku meriv bi derdora xwe ra dikeve têkiliyê, pir girîng e."

Par Harvey J. Alter, Michael Houghton û Charles M. Rice Xelata Tibê ya Nobelê qezenc kiribû.

Ji 1901ê vir va 111 Xelatên Tibê yên Nobelê hatin dayîn. Ji xelatgiran 12 kes jin bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE