Xelatên Emmyê yên 72yemîn hatin belavkirin

Rêzefîlma "Succession"ê "Xeleta Rêzefîlma Dramaya Herî Baş" hilda, Jeremy Strongê di rêzefîlmê da lîstikvane jî ji ber lîstikvaniya herî baş "Xelata Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş (Drama) girt.

Xelatên Emmyê yên 72yemîn hatin belavkirin

Xelatgirên Xelata Emmy 2020an ya ku li Amerîkayê wekî "Oscara Têlevîzyonê" tê zanîn, diyar bûn.

Ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) merasima Xelatên Emmyê yên 72yemîn bi rêya vîdeo konferansê hat lidarxistin.

Merasim li Şanoya Staplesê ya li Los Angelesê çêbû, temaşevan û namzedên xelatan bigirin rû bi rû beşdarî merasimê nebûn.

Rêzefîlma "Succession"ê "Xeleta Rêzefîlma Dramaya Herî Baş" hilda, Jeremy Strongê di rêzefîlmê da lîstikvan e jî ji ber lîstikvaniya xwe ya baş "Xelata Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş (Drama) girt.

Beşek ji xelatgirên Xelata Emmy 2020an wiha ne:

Dramaya Herî Baş: "Succession"

Komediya Herî Baş: "Schitt's Creek"

Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş, Drama: Jeremy Strong, "Succession"

Lîstikvana Jin a Herî Baş, Drama: Zendaya, "Euphoria"

Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş, Komedî: Eugene Levy, "Schitt's Creek"

Lîstikvana Jin a Herî Baş, Komedî: Catherine O'Hara, "Schitt's Creek"

Lîstikvanê Mêr ê Alîkar ê Herî Baş Drama: Billy Crudup, "The Morning Show"

Lîstikvana Jin a Alîkar a Herî Baş Drama: Julia Garner, "Ozark"

Rêzefîlma Kurt a Herî Baş: "Watchmen"

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE